Li Minbicê wesayîta zirxî ya çeteyan hat rûxandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê, dîmenê rûxandina wesayîta çeteyan a li Minbicê weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê, dîmenê rûxandina wesayîta çeteyan a li Minbicê weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dîmenên nû yên çalakiyên bibandor ên Yekîneyên Şehîd Harûn ên Taybet bi Operasyonên Hewayî yên QSDˋê de parve kirin. Di dîmenan de diyar dibe ku yekîne li gundewarê Minbicê û derdora Bendava Tişrînê bersiva êrîşên çeteyan didin û wesayîtekî zirxî dirûxîne.
Di saetên destpêka vê êvarê de, QSDˋê ragihandibû ku şervanên wan tevahî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê û gundewarê Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê têk birin. Ev êrîş ji danê nîvro de hatibûn pêkanîn. QSDˋê eşkere kiribû ku bi dehan çete hatin kuştin, di nav de tankek û 2 wesayîtên doçka li ser, bi giştî 6 wesayîtên leşkerî jî hatin rûxandin.