ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî hevdîtina Rêber Apo û heyeta DEM Partiyê wê bêne şopandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok anî ziman ku hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya bi Rêber Apo re girîng û bi wate ye, lê belê divê kes xwe sist neke û got, "Em çiqasî têbikoşin û bi rêxistin bin, em ê ewqasî encamê werbigirin."
Parlamenterê Amedê Serhat Eren diyar kir ku azadiya Rêber Apo di asteke krîtîk de girîng e.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Bi operasyona HTŞ'ê ya li se rejîma Esad re çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk jî êrîşî Şehbayê kirin. Di 1'ê Kanûnê de gel ji ber sedema ewlekariyê neçar ma ji Şehbayê koç bike. Rojnamevan Roj Denîz qala berxwedana li ser xeta Şehba-Şêrawayê kir.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Hejmara 516'an a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta 'Sala 2025'an wê bibe sala azadiya Rêber Apo' hate weşandin. Di hejmara vê mehê de li gel nirxandinên sala têkoşînê ya 2024'an her wiha perspektîfên li ser sala 2025'an jî têne pêşkêşkirin.