Nifûsa cîhanê di sala 2024’an de 81 milyon zede bû

Nifûsa cîhanê di sala 2024’an de 81 milyon zêde bû û bû 8,16 milyar. Tê payîn ku nifûsa cîhanê di sala 2080’an de bibe 10 milyar.

ZÊDEBÛNA NIFÛSA CÎHANÊ

Nifûsa cîhanê di sala 2024’an de 81 milyon zêde bû û bû 8,16 milyar. Li gorî Neteweyên Yekbûyî nifûsa cîhanê wê di sala 2037’an de bigihe 9 milyaran. Dîsa li gorî lêkolînan eger geşedanekî ecêb çênebe wê nifûsa cîhanê di salên 2080’î an de bi nêzî 10 milyaran bigihe lûtkeyê. Tê texmînkirin ku dema nifûs bibe 10 milyar wê dabikeve.

Bandora herî girîng a zêdebûna nifûsa cîhanê weke parzemîna Efrîkayê tê dîtin. Nifûsa Efrîkayê ku niha 1, 2 milyar e tê pêşbînîkirin ku di sala pêşiya me de 20 qet zêde bibe û di dawiya sedsalê de bigihe 3, 4 milyarî.