Cenazeyên 4 şehîdan li Helebê hat veşartin

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê cenazeyên 4 şehîdên xwe yên di dîrokên cuda de şehîd bûne, li Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê veşartin.

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyên 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Elî Elo û Mahir Yûsif, şervana YPJˋê Dîlan Şoreş (Coliya Îbrahîm) û şervanê Hêzên Komandos ên girêdayî QSDˋê şehîd Berxwedan Heleb (Ebdulezîz Cewal) ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, li Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê veşartin. Mihemed Elî Elo û Mahir Yûsiv di êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî rêbenda Eşrefiyê ya Helebê de şehîd bû. Dîlan Şoreş jî di bersivdana êrîşên dijî pira Qereqozaqê de şehîd bû.

Di merasîmê de rêvebera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Avaşîn Efrîn li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî û got: "Ger projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, neyê pêkanîn, ev şer bi dawî nabin. Berxwedana ku hêzên me yên ji tevahî pêkhateyan pêk tê di xendeqên Bendava Tişrînê de raber dikin rastiya projeya Rêbertî radixe ber çavan."

Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Qehreman Bekir jî got: "Di Sûriyeyê de gelek guhartin çêbûn, herî dawî jî hilweşîna rejîma Baasê. Wê jî yekê jî hişt dewleta Tirk destwerdanê bike û hewl bide herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike. Êrîşên wê yên li derdora Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê niyetên wê eşkere dikin."

Bavê şehîd Dîlan Şoreş, Nîdal Îbrahîm axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe dixwaze tirsê bixe dilên me. Lê ew hêza şervanên me yên parastinê û baweriya me bi şervanan nizane. Em li vir û em dimînin."

Her wiha hevjîna şehîd Mahir, Nesrîn Yûsiv got: "Em li vir in û li ber xwe didin. Em dev ji mafên xwe bernadin. Em ê bi xurtî bersiva êrîşan bidin û hebûna xwe biparêzin. Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin. Helwestên dewletên dîtir ji me re ne girîng in. Baweriya me bi hêz û şehîdên me heye."

Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.