BI DÎMEN

Xelkê bajarê Şêranê avabûna Tabûra Şehîd Dilovan ragihandin

Xelkê bajarê Şêranê yê Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker Tabûra Şehîd Dilovan avakirin û ragihandin ku ew ê bi têkoşînê êrîşan têk bibin.

Dewleta Tirk bêyî navber êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Xelkê bajarê Şêranê yê Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bûn seferber û bi daxuyaniyekî avakirina Tabûra Şehîd Dilovan ragihandin. 

 

Li ser navê xelkê Şêranê Ehmed Miho Seleh daxuyanî da û got: “Em weke xelkê Şêranê tabûra bi navê Şehîd Dilovan ava dikin, ji 7 salî heta 70 salî em seferberin. Bila bê bîra wan, çawa me di 2014`an de li Kobanê ew têk birin, car din em ê wan têk bibin. Em li vir in, ev der axa me û welatê me ye, em ê bi mal, bi can û rihê xwe li pişta şervanên xwe bin.”

Seleh bi berdewamî got: “Me çawa pozê DAÎŞ’ê li Kobanê li erdê da, em ê çeteyên girêdayî dewleta Tirk jî wiha têk bibin. Çi dike bila bike, dibêje em ê Kurdan tevî çekên wan bêxin bin erd, bav û kalên wan nekarîn me tune bikin. Bila Dersim bê bîra wan, ku çawa Kurdên me kirin bîran û bêton kirin, lê ew bêton hatin şkandin, vaye dara azadiyê bilind bûye û wê misoger em ê bi ser bikevin. Gelê me ne gelê berê ye, em hene em ê wan tune bikin."