Êrîşên dagirkeriyê li Şemzînanê hatin protestokirin

Li Şemzînanê bi meşekî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şemzînanê êrîşên Tirkiye û çeteyên SMO yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Meş li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hat lidarxistin û tevahiya navenda sûkê dewam kir. Parlementera DEM Partî ya Colemêrgê Oznur Bartin, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di meşê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Gelê Kurd dimeşe erd û ezman diheje” hatin berzkirin.

‘EV GEL DEV JI RÛMET Û NASNAMEYA XWE BERNADE’

Piştî meşê girseyê li pêşiya avahiya navçeyê kom bûn û daxuyaniya çapemeniyê dan. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DEM Partî yê Şemzînanê Agît Tekîn ve hat dayîn. Tekîn wiha got: “Yên ku Tirkiyeyê rêve dibin ji bo ku her roj zêdetir dijminatiya Kurd derxin, dixebitin. Hûn nikarin bi hezaran girtiyên Kurd ên siyasî ku ji bo gelê xwe berdêl dane, kesên hatine qetilkirin, gelê ku tevî bi salan in berdêlên giran dane jî dev ji nasname û rûmeta xwe naberdin, tune bihesibînin. Hûn ji bo ku statu û destkeftiyên Kurdan ên li Rojava tune bikin, bi çeteyên SMO’yê ku tu exlaq û nirxên wan nîne, hevkariyê dikin. Em ji vir bang li gelên Tirkiyeyê dikin; tu gefê Kurdên li Sûriyeyê dijîn, ji bo Tirkiyeyê nîne. Heta dev ji bûyîna gefê berdin, gelê Rojava û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim peyamên dostanî û hevkariyê ji bo Tirkiyeyê didin.”