QSD'ê hişyar kir: Ji ber êrişên dewleta Tirk dibe ku Bendava Tişrînê hilweşe

QSD'ê hişyarî da ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker metirsiya hilweşîna bendava Tişrînê zêde bûye û diyar kir ku eger karesateke mirovî rû bide wê dewleta Tirk berpirsyar be.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku bombebarana balafirên şer û balafirên bêmirov ên dewleta Tirk û êrişên tund ên li ser derdora bendava Tişrînê didome.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bi gelek êrişan bendava Tişrînê û derdora wê bombebaran kir.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişên çeteyan bi piştgiriya balafirên şer û balafirên bêmirov ên artêşa Tirk û topbarana dijwar têne kirin, her wiha li herêmê li gelek deveran şer û pevçûn berdewam dikin.

Li herêma Kobanê, balafirên bêmirov ên artêşa Tirk li gundê Girik otombîleke sivîlan bombebaran kir, her wiha gundê Aslankê yê başûrê bajarê Kobanê hate topbarankirin.

QSD’ê tekez kir ku metirsiya hilweşîna bendava Tişrînê her ku diçe zêde dibe û dewleta Tirk a dagirker ji her karesateke ku di encama êrişan û tobaranê de li bendavê û li herêmên din ên Sûriyeyê bibe, berpirsyar e.