MŞD: Li ber êrîşên esmanî yên li Êzîdxanê bêdeng nemînin

Meclîsa Şengal a Derveyî Welat bi daxuyaniyekê nivîskî bang li Neteweyên Yekbûyî û welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku qada esmanî ji bo Şengalê qedexe bike. MŞD’ê diyar kir ku li dijî êrîşên dagirker wê 17-18’ê Tîrmehê bimeşin.

Meclîsa Şengal a Derveyî Welat (MŞD) li ser êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a bi teybet li ser Şengal û dîsa herêmên din daxuyaniyek nivîskî da û bang li welatên Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî kir.

'DEWLETA TIRK DIXWAZE ÊZIDIYAN TINE BIKE'

MŞD’ê bal kişand ser dijminahiya Serokkomarê Tirk a li dijî Êzidiyan û got: “Li ser fermana Recep Tayyîp Erdogan ji roja destpêkê heta îro dijminahiya civaka Êzidî tê kirin. Ji Cotmeha 2019’an heta 15’ê Hezîrana 2020’ê 5 caran bi balafiran deweta Tirk êrîşî Êzidxanê û Şengalê bombe kiriye. Di van êrîşan de ziyan gihiştiye welatiyên sivîl û dîsa keç û xortên Êzidxanê YBŞ/YJŞ ên li dijî DAÎŞ’ê berxwedan kirin û berdêlên giranbiha dabûn.

Welatiyên me yên piştî fermana Tebaxa 2014’an çûbûn li kampên Başûrê Kurdistanê bicih bûbûn niha vedigerin ser axa bav û kalên xwe. Bi vê vegerê re dewleta Tirk a dagirker 15’ê Hezîrana 2020’ê bi balafiran Şengal bobme kir, aramanca vê ew e ku pêşiya vegera gelê me bigire, tola DAÎŞ’ê hilîne û Şengalê dagir bike ye.

DU ROJAN MEŞ Û MÎTÎNG TÊ KIRIN

Civaka Êzidî wê li ber van êrîşan bêdeng nemîne û bi dirûşma ‘ji qirkirinê re na, statûya Şengalê nas bikin’ em ê 17-18’ê Tîrmeha 2020’ê li Celle heta Nannoverê bimeşin.

Çalakiya me wê 18’ê Tîrmehê bi mîtînga li ber Meclîsa Herêma Landtag a Hannoverê bi dawî bibe.

DAXWAZ

Banga me ji Qada Navneteweyî û welatên Yektîtiya Ewropa ev e;

* Qada esmanî ya Şengalê ji firîna balafirên şer re qedexe bikin.

* Biryara Konseya Ewropa ya 04.07.2018 (10209/1/2012 – C8-0038/2018 – 2010/0310M(NLE) a ji bo statûya Şengal, gele me ku vegeriya Şengalê ewlehî, avakirina Şengal, alîkariya mirovî û navenda rehabîlasyona di demek zûtir de bikeve meryetê.

* Biryare Yekîtiya Ewropa ya 04.02.2016 û Komisyona Mafê Mirovan a Netewen Yekbûyî ya 16.06.2016 ku Jenosîd a li ser Civaka Êzdî pek hatî bikeve meryetê.

* Welat an jî kesên ku piştevaniya DAÎŞ’ê kirin, ji hêla herêmî û navneteweyî ve bên darezandin.

Em Meclîsa Şengal a Derveyî welat bang li hemû saziyên Kurdistanî, rewşenbîr, hunermend, navdar, Tirk, Asûrî, Ermenî, Ereb, Farist, Elewî, Êzidî, Xiristiyan, jin, ekolîst, Demokrat û hwd dikin ku wer in em bi hev re li dijî zilmê rabin û ji bo mafê mirovan dengê xwe bilind bikin.”