Li Helsînkî meşa ji Ocalan re azadî destpê kir

Li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Fînlandiya Helsînkî meşa ji bo du rojan destpê kir.

Ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi tevlîbûna dehan Kurdistanî û dostên wan li paytexta Fînlandiya Helsînkî meşeke ji bo du rojan destpê kir.

Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ hatin qîrkirin.