BI DÎMEN

Kurdistanî ji Zugê bang kirin: Rojava rûmeta me ye, em ê biparêzin

Kurdistaniyên ku li Kantona Zugê li hev civiyan peyama, “Rojava rûmeta me ye, em ê biparêzin” dan.

Li bajarê Zug ê Swîsreyê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.

Çalakî bi deqîqeyekî rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir û piştre li ser navê Meclîsa Gel a Zugê Koçer Sêrt axivî.

Sêrt anî ziman ku gelê Kurd rûbirûyê serdemeke herî tarî ya dîroka mirovahiyê ne û got: “Erka bingehîn a gelê me yê Kurd ku belavî çar aliyên cîhanê bûne, tenênehiştina gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye.”

Koçer Sêrt destnîşan kir ku ne pêkan e ku li hemberî êrîşên nemirovî yên li dijî gelên Rojava bêdeng bimînin û wiha berdewam kir: “Rojava ne tenê parçeyeke xakê ye, destaneke mezin a berxwedanê ye ku li ber çavê hemû cîhanê nirxên azadî, wekhevî û mirovahiyê tê parastin. Lê îro ev xak ji aliyê çeteyên dewleta Tirk û rêxistinên hov ên wekî DAÎŞ’ê hatiye dagirkirin û êrîşên nemirovî yên li dijî gelê me dewam dikin. Li Rojava kesên bêhejmar ên neçar man malên xwe biteriqînin, bi birçîbûn, hejarî û koçberiyê re rû bi rû ne. Di encama êrîşên hovanê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî de gelek jin, zarok û extiyar hatin qetilkirin û dîlgirtin. Ev êrîşên hovane ne tenê li dijî tunekirina gelan, di heman demê de binpêkirina rûmeta mirovahiyê ye. Qehremaniya ku li Rojava tê nîşandan, têkoşîna ji bo rûmeta tevahî mirovahiyê ye. Gelê Kurd û hemû gelên cîhanê divê îro xwedî li rûmeta xwe derkevin. Bila xaka me û welatê me hebe, em li Kurdistanê jiyan bikin û rûmeta xwe biparêzin. Em bang li hemû dostên xwe û her kesên ku nirxên mirovahiyê diparêzin dikin ku beşdarî vê berxwedana mezin bibin û xwedî li gelê Rojava derkevin.”

Li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê jî Necmettîn Akdag axivî û destnîşan kir kur yekane çareseriya şer mezinkirina xweparastina gelan e û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî bi zîhniyeta dijmin heqaretê li azadiya gelê Kurd û destkeftiyên wan ên şoreşgerî dike. Tunekirina vê zîhniyetê erka ciwan û jinên ciwan e. Em ê li dijî dagirkerên ku bi tirsonekî êrîş dikin, pêşengiya berxwedanê bikin û ala azadî û edaletê bilind bikin.

Em weke ciwanên li Ewropayê, li her qada ku em lê ne bibin dengê gelê xwe. Dakevin qadan û li dijî faşîzmê têkoşînê mezin bikin. Divê em şirîkatiya dewletên ku li hemberî êrîşan bêdeng dimînin, ji cîhanê re rabigîhînin.

Niha dema daketina qadan, mezinkirina berxwedanê û parastina azadiyê ye! Ji bo faşîzmê li her derê rawestînin bikevin nava lîv û tevgerê!”

Kurdistaniyan tim û tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Şehîd Namirin”, “Hoch die Internationale Solidaritat û “Jin Jiyan Azadî” berzkirin.

 Çalakî piştî xwendian metna çapemeniyê ya bi zimanê Elmanî bi dawî bû.