Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan a PKK'ê fermandar Serhed Denîz bi bîr anî

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan a PKK'ê fermandarê Xakurkê Serhad Denîz Tendurek (Denîz Demîr) ku di 20'ê Çileya 2019'an li Xakurkê şehîd bûye bi bîr anî.

Daxuyaniya Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê wiha ye:

"Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK, di têkoşîna xwe ya nêzî 50 salî de li Kurdistan û Rojhilata Navîn gelek guhertinên şoreşgerî pêk anî. PKK'ê mane da jiyanê, ji mirinê jiyan afirand. Kurd û Kurdistana di bin lingên dagirkeran de hatî perçiqandin, îro li çar aliyê cîhanê ala azadî û rûmetê bilind dike. PKK ji destanan destan afirand, li ser milê mirovên fêrûz, keç û xortên delaliyên mirovahiyê, yên ku her yek ji wan berdêlên cîhanê têkoşîna xwe ya agirîn bi şanazî û serbilindî ta roja me ya îro anî. Îro ji her demê zêdetir PKK bûye hêviya gelan, rûmeta mirovahiyê, şûrê tolhildanê yê mezlûman û xewnereşka dagirker, qirker, noker, xayîn û zaliman.

Heval û fermandarê me yê hêja, Zarokê Gilîdaxê, pêşengê şoreşê Heval Serhed Denîz Tendurek (Denîz Demîr) di êrîşeke nemerdane û tirsonek ya dewleta dagirker, qirker û faşîst de 20’ê Çile ya 2019’an de, li Xakurkê şehîd bû. Serdar û fermandarê Xakurkê, li Eyaleta Xakurkê heta dilopa xwîna xwe ya dawî wekî fermandarekî wêrek, zîrek, şerker û fedaî têkoşiya, di henaseya xwe ya dawî de jî xwe ji hevalên xwe re kire mertal û hevalên li cem xwe parastin. Ji bo ku hevalên xwe bi selametî ji êrîşa hewayî rizgar bike, bi awayekî canbexşane derket pêş, bala balafiran kişand ser xwe da ku hevalên xwe biparêze. Bi vî awayî bû hedefa balafirên artêşe dagirker û tirsonek ya ku hêz û îradeya şer winda kirî. 

Hevalê Serhed, sala 1982’an li bajarê Bakurê Kurdistanê Agiriyê, navçeya Tûtaxê, di nav malbateke welatparêz de hate dinyayê. Di zaroktiya xwe de terbiyeke xurt ji malbatê girtibû, bi manewiyat û çanda gelê xwe mezin bû. Salên dirêj destpêkê li Bakurê Kurdistanê di xebatên ciwanan de kedeke mezin da. Bi jîrbûn û hişyariya xwe bû rêxistinker û mamosteyê bi sedan ciwanan. Berê ciwanan da rêya Têkoşîna Azadiyê. Di temenê xwe yê ciwan de peywir û berpirsyariyên şoreşê yên girîng da ser milên xwe û heta nefesa xwe ya dawî bi coş, kelecan û moralekî mezin ristê pêşengtiyê lîst.

Di xebatên xwe yê rêxistinî de hevalekî kûr, jêhatî û kêrhatî bû. Di gelek qadên xebatên rêxistinî de xwedî marîfet û mahîriyeke hêja bû. Helwesta Wî ya Kurd û Kurdistanî her li pêş bû. Karakterê şoreşger û sosyalîst ji xwe re kiribû nasname û sekneke mayînde di kesayeta xwe de rûniştandibû. 

Piştî xebatên ciwanan, ragihandinê û bi giştî qada bîrdozî xebat kir. Di van xebatan de erkê xwe bi serkefti pêk anî. Her wiha bi daxwaz û israra xwe tevlî xebatên leşkerî bû. Di demeke kin de bû fermandarekî zîrek, bi jîriya xwe ya leşkerî, bi hişyariya polîtîk û bi hesasiyetên xwe yên zirav yên jiyanî bû yek ji Fermandarên Xakurkê ku her tim çav lê digeriyan. Bi eleqedarbûn û perwerdeya Şervanê Nû re salên dûr û dirêj derbaskirin, bi hezaran Şervanê Azadiyê perwerde kirin. Kîn û hêrsa li dijî dijmin û dagirkeriyê dilê Hevalê Serhed, yê bi qasî Gilîdaxê mezin hemû kiribû hêza şoreşgerî û soza tolhildana xwîna şehîdan. Wekî şoreşger, qehreman û şopdarê soza xwe, her kêlî ji bo vê têkoşîna pîroz bi awayekî afirîner ked da. 

Hevalê Serhed, bi hesasiyet û hezkirina hevalên xwe dihat zanîn. Her tim kar û xebatên zor û zehmet ji xwe re, yên rehet ji hevalên xwe re dihişt. Ji bo ku barê hevalê xwe sivik bike, bi şev û roj lêhûrbûn dikir, xwe pêş dixist, bi rêbazên afirîner û dewlemend xebat û çareserî pêş dixistin.

Di nav PKK'ê de têkiliyên hevrêtiyê, heqîqetê îfade dikin; hevalê Serhed, bi hevaltî, germahî, dilnizmî, kedkarî, hezkirin, rêzdarî û dilsoziya xwe mirovekî heqîqetê yê jidil bû. Di zanabûnê de kûr, di xeta Rêber APO de bi israr, di mîlîtaniyê de bi biryar bû. Wekî navê xwe di sînoran de dijî û her dixwest sînoran derbas bike, Serdarê Serhedê bû. Em wekî Tevgera Azadiya Kurdistanê di serî de ji malbata hevalê me yê hêja û tevayê gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û dibêjin hêvî û daxwazên wî teqez wê bi têkoşînê azadiyê bigihêne serketin û serfiraziyê. Soza ku me dayî Rêber Apo û hemû şehîdan, di kesayeta Hevalê Serhed Denîz Tendurek de dubare dikin û dibêjin;
Bimire dagirkerî, qirkerî û faşîzma dewleta Tirk!
Şehîd Namirin!
Bijî PKK!
Biji Rêber APO!"