Kevirekî ezmanî derheqê jiyanê dibe ku hin agahiyan bide

Hate diyarkirin meteorîdê ku li Ingiltereyê ketî nêzî malekê beriya bi 4,6 milyar sal çêbûye.

Tê gotin kevirê ezmanî meha bihurî ketî bajarê Wînchcombe yê li kontxaneya Gloucestershîreyê derheqê destpêka jiyanê dibe ku agahiyan bide.

Tê gotin kevirê ku ketî, giraniya wê 300 gram e û cihêtiya vî kevirî ya kevirên din ku ketin cîhanê bi 'kondrîta karbonî' ye. Heta niha 65 hezar kevir ketine ser cîhanê û ji van tenê 51 jê bi vî celebî bûn.

Piştî lêkolînên ku hatî kirin hate tespîtkirin kevirê ku li Wîndchcombeyê ketî 4,6 milyar salî ye. Ev jî diçe serdema çêbûna Pergala Rojê. 

Ji ber ku di van celebên kevirên ezmanî de asît û gelek pevgihînên organîk hene, dibe ku derheqê serdema çêbûna cîhanê hin agahiyan bi dest mirov ve bîne.