Henrietta Lacks: 'Dayik'a tib a modern hate rûmetdarkirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jineke Afrîkayî-Emerîkî ya ku hucreyên wê bûn sedema vedîtinên girîng ên tibî, rûmetdar kir.

Henrietta Lacks sala 1951'ê di 31 saliya xwe de ji ber kansera malzarokê jiyana xwe ji dest da. Mînakên hucreyên wê bêyî agahiya malbatê ji aliyê doktoran ve hatin wergirtin.

Yekemîn hucreyên mirovan ên zindî bûn ku li derveyî bedena mirovan zêde dibûn.

Hucreyên wê di derziya dijî felca zarokan, nexşeya gen û tedawiya IVF de hatin bikaranîn.

Ev yek û vedîtinên mîna van, bûn sedem ku Henrietta Lacks weke 'dayik'a tib a modern bê pênasekirin.

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus roja Çarşemê li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê di merasîmeke taybet de got, "Tişta bi serê Henrietta hat şaş bûn. Henrietta Lacks hate bikaranîn. Yek ji gelek jinên nereş bû ku bedenên wan ji aliyê zanyaran ve ji bo nebaşiyê hate bikaranîn. Ji bo tedawî bibe baweriya xwe bi sîstema tenduristiyê anî. Lê belê sîstemê bêyî agahî û destûra wê hin tişt jê stand."

Hucreyên HeLa ku ji tîpên destpêkê yên nav û paşnavê Henrietta Lacks hate pênasekirin, li dijî kansera malzarokê ya ku Lacks kuşt, di derziyê de hatin bikaranîn.

Kurê Lacks ê 87 salî Lawrence xelat wergirt û diyar kir ku dayika wî jineke bêhempa bû ku piştî mirina xwe jî xizmeteke wê ya mezin ji cîhanê re bû.

Lacks li Baltimoreyê, li nexweşxaneyeke Marylandê ku ji aliyê nijadî ve hatibû cudakirin jiyana xwe ji dest da û piştre li goreke bênav hate veşartin.