Google li ser emaîlên qelp ên vîrûsa koronayê hişyar kir
Google got hacker ji vîrûsa koronayê sûd werdigirin û dixwazin hesabên e-maîlan bi dest bixin.
Google got hacker ji vîrûsa koronayê sûd werdigirin û dixwazin hesabên e-maîlan bi dest bixin.
Hate ragihandin Gmaîlê 10 milyon şandekên elektronîk ku dikin bikarhênerên înernetê deqsaziyên ziyanbar siwar bikin û pê re dixwazin kompîtirê bi dest bixin betal kirine.
Google ragihand spam û deqsaziyên ziyanbar, 99,9 ji 100'î bêyî ku bigihin bikarhêneran bloke kirine.
Hate ragihandin hin ji van posteyên elektronîk bi navê Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê têne şandin û hin ji van emaîlan alîkarî tê xwestin, tê gotin derbarê vîrûsa koronayê agahiyên girîng hene û pêvekê bitikînin. Heke kesê ku maîl jê re çûyî lînkê bitikîne deqsaziyeke ziyanbar li kompîtirê siwar dibe.