Gerîlayan 27’ê Mijdarê bi meşaleyan pîroz kir

Di dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên dagirkeriyê dikir de, gerîlayan salvegera damezirandina PKK’ê li çiyayên Kurdistanê bi agir û meşaleyan pîroz kir.

Gerîlayan, salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê bi merasîmeke bi heybet pîroz kir.

Merasîm ji bo bibîranîna şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker axivî û destnîşan kir ku têkoşîna PKK’ê ya 44 salan bi berdêlên giran heta bi niha hatiye.

Şerker anî ziman ku tevgera PKK’ê di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, weke tevgereke ciwanan derketiye holê û îro dewleta Tirk a dagirker û faşîst li dijî ciwanên Kurdistanê rêbazên şerê taybet bi kar tîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkoşîna PKK’ê bê navber dewam dike û wiha hate gotin:

“Em ê sala 45’emîn a têkoşîna xwe ya azadiyê bi ruhê ciwan, bi îrade û baweriyê mezin bikin meşa Rêbertiyê ya bi 45 salan bi serkeftinê tacîdar bikin. Bila dewleta Tirk a faşîst baş bizane ku heta ciwanên Kurdistanê yên Apoyî li ser ve axê hebin, bi ser nakevin. Biserketin a vî ruhî ciwan ê Rêber Apoyî ye. Em ê bi vî awayî sala 45’emîn bi serkeftinên mezin bijîn û serkeftinê ji gelê xwe yê welatparêz re bînin.”

Merasîm, bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” û bi gerandina govendê bi dawî bû.

Gerîlayan, agir vêxist û li derdora wê govend gerand û stran gotin.