Di kevirekî asîmanî de hêmanên pêwîst ên jiyanê hatin dîtin

Amîno asîdên ku hêmanên bingehîn ên jiyana li cîhanê ne di parçeyek ji kevirekî asîmanî hatin girtin de hatin dîtin.

Encamên lêkolînên di derbarê nimûneyên ku ji kevirekî asîmanî yê ji aliyê sondaya fezayê ya Japonî ve hat girtin de, hatin ragihandin.

Encamên lêkolîna ji aliyê Zanîngeha Okayamayê ve tê birêvebirin di kovareke zanistî ya Japonî de hatin weşandin.

Bi lêkolînê îşaret bi şaneyên têkildarê koka jiyana li cîhanê yên ji van amîno asîd û hêmanên organîk ên ji asteroîdê bi navê Ryûgû tê dike.

Li gorî lêkolînê “Keşifkirina amîno asîdên proteîn jê çêdibin girîng e, lewre Ryûgû, berovajiyê meteroîdan rastî biyosfera cîhanê nehatiye.”

Li gorî lêkolîneran ji ber vê sedemê, “ji bo îspatkirina wan, herî kêm beşek ji van hêmanên bingehîn ên jiyanê li ser erdê dibe ku li hawîrdorên fezayê çêbibin.”

Lekolîneran di nimûneyeke 5,4 gramî ya kevir û toza reş de 23 cureyên cuda yên amîno asîdan tespît kirin ku ji aliyê sondeya Hayabûsa-2 ya Japonî ve hatiye girtin. Sondeya fezayê di dawiya sala 2020’an de, piştî mîsyonek şeş salî vegeriya.

Asteroîda Ryûgû di sala 1999’an de hat dîtin. Ew herî kêm 300 mîlyon kîlometre dûrî cîhanê ye û mezinahiya wê 900 metre ye.

Zanyar difikirin ku hin ji materyalên asteroîd bi qasî pênc mîlyon sal piştî zayîna pergala me ya rojê çêbûne û ji 100 dereceyî zêdetir germ nebûne.