Derbarê çalakiya bombeyî ya li Enqereyê, qedexeya weşanê hat dayîn
Serdozgerê Komarê ya Enqereyê piştî çalakiya bombeyî ya li hemberî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Wezareta Karên Hundir a Enqereyê qedexeya weşanê ragihand.
Serdozgerê Komarê ya Enqereyê piştî çalakiya bombeyî ya li hemberî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Wezareta Karên Hundir a Enqereyê qedexeya weşanê ragihand.
Li gorî Wezareta Karên Hundir a Tirk du kesan li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Wezaretê çalakî kirin.
Hat ragihandin ku di çalakiyê de du endamên emniyetê birîndar bûne. Hat diyarkirin ku yek ji kesên çalakî kirine, bombeya li ser xwe teqandiye û li yê din jî hatiye xistin. Rayedaran agahiyên berfirehtir nedan.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê piştî êrîşa bombeyî ya li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê ku 2 endamên emniyetê tê de birîndar bûn, daxuyanî da. Serdozgeriya Komarê diyar kir ku têkildarî bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin û wiha got: “Dadgeriya Sulhê ya Nobedar a Enqereyê têkildarî bûyerê biryara qedexeya weşanê daye.”