Cûreyekî nû yê mirovan ê beriya 500 hezar salî hate kifşkirin

Cûreyekî nû yê mirovan ê beriya 500 hezar salî hate kifşkirin. Tê texmînkirin ku ev keşif, valahiya di guherîn û pêşveçûna mirovan de çêbûye dagire.

Zanyaran cûreyekî nû yê mirovên pêşîn ên beriya 500 hezar salî li Efrîkayê kifş kirin.

Navê vî cûreyê mirovan Homo bodoensis e û tê texmînkirin ku di dema Pleistosen a Navîn hebûn. Li gorî lêkolîneran ev cûreyê mirovan pêşiyên yekser ên mirovên nûjen e.

Navê Bodoensis ji kiloxekî li Bodo D'ar a li Etiyopyayê hate dîtin tê.

Nivîskara sereke ya ji Zanîngeha Winnipeg a li Kanadayê Dr. Mirjana Roksandic got, "Ji ber ku pênaseya guncaw a li ser cihêrengiya cografî ya mirovan nîne, zehmet e ku li ser guherîn û pêşketina mirovan a di wê serdemê de bê axaftin."

Bi vê kategorîkirina nû re wê H. bodoensis ji bo mirovên Pleistosen a Navîn bê bikaranîn ku piraniya wan li Efrîka û başûrrojhilatê Ewropayê bûn.