Bermahiyên nû yên kergedanên dêw hatin dîtin

Zanyarên Çînî lêkolîna xwe ya li ser cûreyê Paraceratherium parve kir ku xeleka winda ya kergedanên dêw e ku beriya 50 û 25 milyon salî sax bûn. Her wiha eşkere kirin ku bi çi rengî li Asya û Ewropayê belav bûne.

Zanyarên Çînî cûreyê Paraceratherium ê kergedanên dêw tespît kirin, ku ev cûre xeleka winda ya kergedanên dêw e. Tê texmînkirin ku ev kergedanên bi çar qatî ji fîlên Efrîkayê mezintir bûn beriya 50 û 25 milyon salî sax bûn.

Kergedanên dêw ku tê texmînkirin 20 heta 24 tonî giran û bi 7 metreyî dirêj bûn, guhandarên herî mezin ên cîhanê bûn.

Bermahiyên kergedanên dêw û fosîlên ji serdema oligosenê mane, piranî li Çîn, Mogolistan, Kazakistan û Pakistanê hatin dîtin. Tê texmînkirin ku ev guhandarên dêw baş hînî şert û mercên daristan, nêm û ziwa bûne.

LI ÇÎNÊ CÛREYEKÎ NÛ YÊ KERGEDANAN HATE DÎTIN

Zanyarên Çînî her wiha lêkolîn dikin ku kergedanên dêw ên ji serdema Oligosen a Jêrîn mayî bi çi rengî li Asya û Ewropayê belav bûne. Ji Akademiya Zanistê ya Çînê komek bi pêşengiya Tao Deng bi ragihandina keşfa li ser cûreyê Paraceratheriumê bersiva vê pirsê da.

Zanyaran tespît kirin ku fosîlên ji serdema beriya 26.5 milyon salî li kortala ser sînorê bakurrojhilat ê Platoya Tîbetê ya li Eyaleta Gansû ya Çînê dîtin, yê cûreyekî cuda yê bi navê Paraceratherium linxiaenseyê ye.

Tao Deng û koma wî, piştî analîza filogenetik, bi cûreyên din re anî beramberî hev û tespît kirin ku ev kergedan ji baskekî cuda yê kergedanan e ku hinekî zû (nêzî 32 milyon sal berê) ji refên xwe veqetiya ye.