Bandora neyînî ya guhertina avhewayê li zindiyên deryayê

Tê gotin, ji ber germbûna derya û okyanûsan, cînsiyeta masiyan tê guhertin û bi giranî dibin nêr.

Li gorî lêkolînekê ku zanyaran doh weşandin, dema ku mirov dest an jî lingê xwe bixin nava ava derya ya jî okyanûsan ev yek bandoreke neyînî li mirovan nake.

Lê belê li kûrahiya okyanûsan, yanî li qadên jiyanê yên masiyan dema ku av bi pileyekê ya jî du pileyan germ dibe, metirsiyeke mezin li ser jiyana masiyan çêdibe.

Zanyaran diyar kirin, ji ber qirêjbûna deryayê, her wiha ji ber masîgiriya zêde jiyan li masiyan herimiye û ragihandin, ji ber guhertina avhewayê jî gelek cûreyên masiyan li ber tinebûnê ne.

Encamên lêkolîneke zanistî li kovareke zanistî ya bi navê "Trends in Ecology and Evolution" hate weşandin.

Li gorî lêkolînê, masî ji ber guhertina avhewayê dikevin stresê û stres jî dibe sedem ku zayenda wan nêr bibe.

Tê destnîşankirin, stres sedema wê yekê ye ku zayenda gelek cûreyên zindiyan bibe nêr, ku heman encam di nava mirovan de jî derdikeve holê.

Psîkologê hawirdorê Benjamin Geffroy bal kişand ser bandora stresê û diyar kir, hin cûreyên masiyan 70 sal in tên şopandin û bi germbûna avhewayê re nêrbûna zayenda masiyan zêde bûye. Geffroy anî ziman, ev rewş jî dibe ku rê li ber tinebûna gelek cûreyên zindiyan veke.

Destnîşan dike ku ji bo cûreyên hin zindiyan bidomin divê stres ji holê bê rakirin.