Ava Marsê dibe ku qaqilkê wê de veşartî be!

Li gorî çavdêrên dawî yên li ser Marsê tê gotin dibe ku agahiyên li ser gol û okyanosan bide ku lê tê fikirîn demekê li Marsê hebûn.


Bi desteka dîmenên ku ji amûra keşfa fezayê Perseverance ya ku Daîreya Hewayî û Fezayê ya Emerîkayê (NASA) şandî Marsê lê tê kolan bê ka okyanosa li gerestêrkê çawa ji holê rabûne.

Di xebata dawî de ya ekîba bi pêşengiya Eva Scheller, ku Scheller beirya niha jî li ser vê mijarê gelek xebat kiribûn, tê fêhmkirin ku okyanûsên ku demekê li Marsê hebûn, beriya niha bi 3,7 milyar salî ji holê rabûne. Bi sîmûlasyonên ku pisporan kirin derkete holê okyanosên li Marsê bi qasî 1000-1500 metroyî kûr bûne.

Tê diyarkirin ku piştî Marsê qada xwe ya manyatîk ji dest daye, atmosfera wê jî nemaye û li ser vê ava wê jî ji holê rabûye.

Heta niha di xebatan de dihate diyarkirin ava li Marsê piştî guherîna li gerestêrkê fûriyeya lê pisporên di lêkolînê de ya bi rêveberiya Eva Scheller dixebitin li dijî vê tezê dertên û dibêjin ava Marsê bi deverekê ve neçûye.

Scheller û ekîba wê diya dikin ava Marsê di mînarelên rûzemîna Marsê de ye, ev jî sed ji 30 heta bi 90'î ya wê avê ye ku demekê li Marsê hebûye.