Algorîtmaya hişê çêkirî di meha Kanûnê de Korona tespît kiriye

Bi saya algorîtmayeke hişê çêkirî ya li Kanadayê hate îddîakirin vîrusa Korona ya ku li Çînê belav bûye, beriya WHO’yê hatiye tespîtkirin.

Tê diyarkirin ku vîrusa Korona ya ku li bajarê Wûhana Çînê derketiye holê û heta niha 130 kes ji ber wê mirine, 10 rojan beriya Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) hatiye tespîtkirin. Li gorî nûçeyeke kovara Wîred a li Emerîkayê ji sala 2014’an û vir ve ji bo tespîtkirina vîrusan algorîtmayeke bi navê BlûeDot hatiye çêkirin û vê algorîtmayê di dawîya meha Kanûnê de vîrusa Koronayê tespît kiriye. Ev algorîtma daxuyaniyên fermî yên bi 65 zimanan fêm dike û raporên derbarên nexweşiyên ji ber heywanan jî analîz dike. Li gorî nûçeyê algorîtma nîşanên belavbûna nexweşiyan û herêmên cografîk ên van nexweşiyan tespît dike.

Ev algorîtma dikare xwe bigihîne qeydên bilêtên ên hemû balefirxaneyên cîhanê û dikare tespît bike ku kesên ev vîrus li ba wan peyda bûne kîngê çûne ku derê. Tê diyarkirin ku vê algorîtmayê tespît kiriye ku wê vîrus li Wûhanê derkeve holê û piştre jî wê li bajarên Bangkok, Seûl, Taîpeî û Tokyoyê belav bibe.

Li gorî îddîayê ev daneyên BlûeDotê hatiye diyarkirin ku wê ev vîrus belav bibe, otorîteyên tendirustiyê û şîrketên balefirxaneyan jî hatine hişyarkirin. Tê ragihandin ku tu saziyan ev hişyariyên BlûeDotê nenirxandine û ev jî bûye sedem ku ji bo pêşîlêgirtina vîrusê 10 rojan dereng mane.