Îhtîmala jiyanê ya li gerestêrka Kepler-1649c'yê

Tê gotin yek ji gerestêrka (exoplanet) ku ji hêla NASA'yê ve li derveyî Pergala Rojê hatiye keşfkirin Kepler-1649-c ji gelek aliyan ve dişibe cîhanê û ji ber vê dibe ku mirov bikaribe lê bijî.

Lêkolînên NASA'yê yên bi amûra fezayê Kepler kirî 2018'an bidawî bû. Amûra fezayê li ser 2 hezar û 681 exoplanetê lêkolîn kir, li gorî encama van lêkolînan li derveyî Pergala Rojê li Kepler-1649-c'yê îhtîmala jiyanê heye.

Berfirehiya lêkolînê The Astrophysîcal Journal Lettersê weşand.

Li gorî encamên lêkolînê ku di televizyona CNN'yê de hate weşandin Kepler-1649-c'yê dişibe cîhanê. Li gorî vê exoplanet a ku 10,6 caran  li cîhanê ye, li dora 75 ji 100'î yê şewleya xwe diçe.

Li gorî lêkolînê hevşibîna wê ya bi cîhanê re ne tenê ev e. Her wiha hate gotin ev exoplanet li qadeke wiha ya nav pergala xwe ya rojê ye ku mirov dikare lê bijî, angot li dûrahiyeke wiha ye ku roj pir wê germ nake. Her wiha îhtîmal heye ku li vê gerestêrkê av jî hebe.

Her wiha hin dezavantajên Kepler-1649-c'yê jî hene. Diyar bû ku roja vê exoplanetê pir biçûk e, li gel vê mesafeya di navbeyna wan de, ji mesafeya di navbeyna Cîhanê û Rojê kintir e. Ji ber vê mesafeya kurt radyasyona ku ji rojê tê dibe bigihe Kepler-1649-c'yê.