Çola Sahrayê yek ji deverên herî metirsîdar ên cîhanê bû

Li gorî lêkolînên zanistî yên dawî, Çola Sahra ew dever e ku heywanên herî hov ên li cîhanê lê bûn.

Zanyaran li Çola Sahra ya Efrîkayê, jiyana di serdema Kreatese de lêkolîn kirin ku beriya bi 65 milyon salî bi dawî bûbû. Li gorî lêkolînê ku li Çola Sahra ya li rojhilatê Fasê hate kirin, cûreyên heywanên mezin ên herî hov beriya 100 milyon salî li vê herêmê bûn.

Lêkolîn li ser belge û fosîlên li muzeyan ên li herêma Kem Kem a li sînorê Cezayîrê yê Fasê lêkolîn hate kirin û di encamê de hate dîtin ku gelek dînozorên mezin ên mîna marmarokan (Teropod) li ser tehtên li çolê hatin tespîtkirin.

Li Kem Kemê herî kêm 4 cûreyên teropod hatin dîtin, ku li herêmên din herî zêde yek an jî du ji wan hene. Her wiha hate tespîtkirin ku ev çar cûreyên teropod ên hatin dîtin di nava dînozoran de di nava 10 dînozorên herî metirsîdar bûn.

Li gorî lêkolînê, tevî cûreyên tîmsahên mezin her wiha cûreyên heywanên marîjok ên difirin û kîso hebûn.

Li vê herêma ku niha bi giranî bûye çol, hate tespîtkirin ku heywanên wê demê xwe bi masiyan û sêmasiyan xwedî dikirin. Hate tespîtkirin ku masiyên wê demê jî bi 4 û 5 qatî ji yên vê demê mezintir bûn.

Li gorî lêkolînê, tevî cûreyên zêde yên gihayê li vê herêmê heywanên ku xwe bi giha xwedî dikirin kêm bûn.