Çînê sonda li rexê tarî yê Heyvê danî

Çîn têkilî keşfên fezayî gaveke nû ya dîrokî avêt û sondayeke fezayê li rexê tarî yê Heyvê bi cih kir.

Saziya Fezayê ya Netewî ya Çînê ragihand, sondaya bi navê Chang-4 saet 02.26'an li ser kratera Von Karman a li nêzî Başûr a heyvê xwe daniye.

Sondaya fezayê ji baregeha eyaleta Sîçûanê Kanûnê hatibû firanndin. Rayedara gotin Chang-4 ji robotekî daketinê û keşfê çêbûye.

Beriya niha jî rexê tarî yê Heyvê bi alîkariya peykan hatibû dîtin lê cara pêşî ye ku sondayeke fezayê li herêma navborî tê danîn.
 
Heyv bi Cîhanê re bi heman rîtmî di 29 roj û nîvan de li xwe difitile. Ev rewş jî nîşan dide bê ka çima nîvê Heyvê bi çav nayê dîtin.

Saziya Netewî ya Fezayê ya Çînê diyar kir, piştî ku Chang-4 hatiya danîn raza li ser rexê tarî ya Heyvê rabûye û di keşfa heyvê de rûpeleke nû vebûye.

Sondaya fezayê li gel lêkolîna li ser ax û têkiliya mîneralan a rexê tarî yê Heyvê her wiha bi wê armancê ye ku emîsyonên notron jî bipîve.

Chang-4 dîmenekî ku ji nêzî rexê tarî yê heyvî hatî girtin, şand. Ajansa nû ya Çînê wêneyê rengîn ê kratera rûyê heyvê weşand.