Hevseroka Komisyona Kantona Efrînê Zilûx Bekir, ji ANF’ê re diyar kir ku dema li Rojhilata Navîn bi pêta şoreşa li Tûnisê re şoreşa gelan dest pê kir, gelên ku tevlî vê şoreşê bûn, hêviyên wan ên mezin hebû. Bekir got, “Lê mixabin ev hêvî tevde bi cih nehatin ji ber ku şoreşa Sûriyeyê piştî çend heyvan ji serhildanê hate parçekirin û hemû pîvan hatin binpêkirin. Ev yek jî bi rêya destwerdanên derve yên wekî dewletên herêmî û navdewletî pêk hat. Ji ber ku Sûriye xwedî cihekî stratejîk e û di hevsengiyên leşkerî û siyasî de jî di Rojhilata Navîn de cih digre. Her wiha ev destwerdan ne ji bo gelê Sûriyeyê bêtir ji bo pêkanîna berjewendiyên hêzên takekesî pêk hat.”
‘ME XETA SÊYEM HILBIJART’
Zilûx berdewam kir û got "Em weke pêkhateyên Rojava neçar man, êdî di heman demê de me xeteke sêyem hilbijart û girte dest. Ji ber ku armanca û daxwazên rêjîma Sûriyeyê ên sereke ew bû ku opozîsiyona ku ji bo bangewaziyên gel bang dikir, ji binî ve tune bike. Lê piştre ev muxalefet rêyeke dîtir girte dest û dest bi bangkirina ji bo bangewaziyên dewletên herêmî ên ku berjewendiyên wan li Sûriyeyê hene yên mîna dewleta Tirk a dagirker kir. Êdî bi vê yekê hêviyên gelê Sûriyeyê tevde şikandin û têk birin. Lê belê ji bo parastina xaka Rojavayê Kurdistanê şoreşa me şoreşeke civakî bû û xwedî armanc û daxwazên diyarkirî bû. Her wiha şoreşa me ji hemî aliyan ve şoreşeke bêkêmasî bû û di bin navê şoreşa gelan de xebat dane destpêkirin. Di cewherê xwe de bi dehan şoreş vehewand hin ji van şoreşan ev e, şoreşa ziman, çand û biratiya gelan bûn. Belê ev şoreş di cewher û rastiya xwe de berjewendiya gel ji xwe re weke a herî sereke girte dest û gel ji xwe re kir pêşeng. Bi hêviyên gel ji bo jiyaneke wekhev, komunal û demokratîk re diviyabû ku me sîstemeke îdarî ku li ser bingeha têgîna Rêveberiya Xweser ava bikira. Bi vê yekê di 29’ê Çileya 2014’an de Rêveberiya Xweser li Kantona Efrînê hate ragihandin û di 24’ê Çileya 2014’an de li Kantona Cizîrê û di 27’ê Çileya 2014’an de li Kantona Kobanê hate ragihandin. Jixwe awayê Rêveberiya Xweser ya rêxistinî ji komek komîteyên cihêreng ên ku xizmeta civakê ji hemî aliyan ve dike pêk tê û hemî daneyên civakê vedihewîne nav xwe û parastina wan ji hemî gefan dike da ku civakek komunal, civakek aborî û civakek parastina jîngeh, jin, ciwan û nirxên xwe bike, pêk were. Ragihandina Rêveberiya Xweser di wê demê de pêwîstiyeke dîrokî bû û bi ragihandina wê re êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê û bi taybet li ser herêma Efrînê zêde bûn. Di encamê de gelek komkujî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatin. Armanca wan ji vê yekê ew bû ku Rêveberiya Xweser têk bibin. Lê belê hemî alî bi yekê dizanin ku Tirkiyeyê pêşeng û çavkaniya terorîzmê ye û ta niha destek û piştgiriyê dide çeteyên terorîst û wan ber bi Sûriyeyê û Rojhilata Navîn ve dişine".
‘DI ŞOREŞA SÛRIYEYÊ DE EM NÛNERTIYA OPOZÎSYONA RASTÎN DIKIN’
Zilûx Bekir destnîşan kir ku tevî hewldanên wan ên dîplomatîk ên li welatên Ewropa û Rojava, lê destwerdana dewleta Tirk bû sedem ku Rêveberiya Xweser ji civîn û konferansên navneteweyî bê par bimîne û got "Lê em beşdarî civînên ku nûnertiya opozîsyona Sûriyeyê dikirin nebûn, ji ber ku em di şoreşa Sûriyeyê de nûneratiya opozîsyona rastîn dikin. Her wiha tevî demeke dirêj ji derbasbûna krîza Sûriyeyê, lê ta niha ne rejîm û ne jî opozîsiyon negihiştine çareseriyeke bingehîn û demokratîk. Li hêleke din projeya Rêveberiya Xweser û piştî rizgarkirina wan deveran ji destê rêxistina terorîst a DAIŞ’ê û pesendkirina projeya demokratîk ji aliyê xelkên wan deveran ve. Êdî komîteyên sivîlan ku ji şêniyên wan herêman pêk dihatin hatin ava kirin û van meclîsan xwe di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi rêxistin kirin. Ev projeya demokratîk karîbû pirensîbên bingehîn ên ku yekem car bi rêya wan hatibû destpêkirin ango edalet û wekhevî, tevlêbûna hemû pêkhateyan, parastina mafên wan û parastina destkeftiyên gel ku di şoreşê de bi dest xistibûn, biparêze. Lê mixabin dagirkirina dewleta Tirk ji bajarê Efrînê re ji me re weke felaketekê bû, lê piştî ku xelkên Efrînê di bin darê zorê de koçî Şehbayê kirin û tevî êrîşên dûbare ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Şehbayê û dorpêçkirina desthilata Sûriyeyê li ser vê herêmê, lê îrade û vîna xelkên Efrînê qet nehate şikandin û careke din xwedî li Rêveberiya Xweser derketin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser çareseriya tekane ye ji bo ku gel ji sîstema netew dewletê rizgar bike û mafên hemû pêkhateyan biparêze. Her wiha şêniyên Efrînê 4 sal in bi zehmetî li kampên Şehbayê derbas kirin, ji ber ku rejîma Sûriyeyê û Tirkiyeyê rê li ber alîkariyên mirovî digirtin"
‘RÊVEBERIYA XWESER JI BO ÇARESERIYA LI SÛRIYEYÊ ŞANSEKE MEZIN E’
Zilûx Bekir diyar kir kêşe û krîzên Sûriyeyê di civînên Astana, Cenevre û yên din de çiqasî were nîqaşkirin jî, ew dikarin bibêjin ku hemû platformên navneteweyî yên ku li derveyî xaka Sûriyeyê têne lidarxistin, tu carî çareseriyên bingehîn ji krîza Sûriyeyê re nabînin. Bekir got “Ji ber ku krîza Sûriyeyê nakokiya di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de zêde kir. Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya li Sûriyeyê şanseke mezin e. Ji ber ku Rêveberiya Xweser ya demokratîk biratiya gelan, edalet û wekhevî di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê de da meşandin. Helbet em banga yekbûyîna opozîsiyona Sûriyeyê dikin û divê muxalefeta rasteqînî jî di nava çareserkirina krîza Sûriyeyê de cih bigire û diyalogeke navxweyî çêbibe. Her wiha pêkhateyên Sûriyeyê ji bo bidawîrkirina krîza Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser ji bo xwe wekî mînakê bibînin.”