Zêdan Elasî: Tirkiye û rejîma Sûriyeyê destekê didin terora DAIŞ’ê

Hevserokê Komîsyona Parastinê ya Rêveberiya Xweser li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Zêdan Elasî anî diyar kir armanca êrişa li Hesekê ev bû ku careke din terorîzma DAIŞ'ê were zindîkirin û ewlehiya herêmê were tevlihevkirin.

Hin aliyên derve û navxweyî bi van êrîşên dubare û kiryarên xwe yên qirêj hewil didin ku vê terorîzmê li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji nû ve zindî bikin. Ji ber vê yekê rê li ber şaneyên DAIŞ'ê vedikin da ku çete derbasî herêmê bibin û hemî kiryarên qirêj û komkujiyan li ser gelê herêmê pêk bînin. Hêzên QSD'ê pêşiya vê plan û êrişê girt û komploya li ser girtîgeha Hesekê têk bir. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF'ê) hevpeyvîneke taybet bi hevserokê Komîsyona Parastinê ya Rêveberiya Xweser li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Zêdan Elasî re kir.

Hevserokê Komîsyona Parastinê ya Rêveberiya Xweser li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Zêdan Elasî anî ziman ku dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker dest pê kir û rejîma Sûriyeyê xwe vekişand baregehên xwe, çeteyên DAIŞ'ê jî li Hesekê êriş bir ser girtîgehê. Elasî diyar kir armanca êrişa li Hesekê ev bû ku careke din terorîzma DAIŞ'ê were zindîkirin û ewlehiya herêmê were tevlihevkirin

Elasî diyar kir ku hemû hêzên navxweyî û yên derve hewil didin ku ewlehiya herêmê tevlihev bikin, lê hêzên QSD’ê komploya wan a qirêj têk bir û got, “Tişta ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro rastî wê tê, êrîşeke mezin a dijminatiyê ye ên hêzên derve û navxweyî ye ku terorîzm bi kar anîn da ku aramiya Rêveberiya Xweser têk bibin. Belê hêzên derve û navxweyî piştgiriya van komên terorîst kirin. Armanca wan a sereke ew bû ku hêviyên gelê Sûriyeyê tevde winda bikin û ji bo ku projeya Rêveberiya Xweser bi ser nekeve. Lê belê bi berxwedaniya hêzên leşkerî û ewlekarî û bi tevlîbûna şêniyên herêmê di nav vê berxwedaniyê de ev komplo hate şikandin.”

Elasî destnîşan kir ku piştî hêzên QSD’ê ev êrîşa plankirî têk birin, êdî dewleta Tirk a dagirker hewil dide ku êrîşine hewayî û bejayî li dijî herêmê pêk bîn û got “Her wiha balefirên bê mirov bi kar anîn, ji bo ku li konvoyên leşkerî bidin. Ev konvoy diçûn alîkariya hêzên QSD’ê yên ku dora girtîgeha Xiwêranê girtibûn. Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî eşkere êrîşî hêzên QSD’ê dike ji bo ku piştgiriya çeteyên xwe yên terorîst bike, êdî ji hewayî û bejayî û bi çeken giran û sivik dest bi lêdanên bend û cihên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û komên terorîst ên girêdayî Tirkiyeyê de kir. Ji ber ku Rêveberiya Xweser hêza yekane ya têkbirina terorîzmê ye ku wê bi tena xwe şerê terora DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê kir û ew teror têk bir. Belê me berdêleke giran da, gelek hevalên me ên fedakar û cangoriyên welat şehîd ketin û birîndar bûn. Şehîd rêberê têkoşîna me ne û em ê xwedî li xwîn û fedabûna wan derkevin û tu caran dev ji rêya wan a ji bo azadiyê bernedin. Rêveberiya Xweser bi hemû hêza xwe û gelê xwe wê her dem vê xakê biparêzin û ji Sûriyeya pêşerojê re bibin stûnekî bingehîn. Lê mixabin hin hêzên navxweyî û derve hewil didin ku vê terorîzmê ji nû ve zindî bikin û  li ewlehiya herêmê têk bibin.”

Elasî diyar kir dewleta Tirk êriş kir û rejîma Sûriyeyê xwe vekişand baregehên xwe û vî tiştî rê li ber çeteyên terorîst vekir. Dema êrişî girtîgeha li Hesekê hate kirin, ev tişt di heman demê de pêk hatin. Bi vê yekê dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûriyeyê hewil didin ku moralên çeteyen DAIŞ’ê yên terorîst xurt bike da, çeteyên DAÎŞ’ê dîsa xwe bi rêxistin bikin.”