'Zarokên min xeyalên min bi cih tînin'
Kurekî wê şehîd, yek şervanê YPG'ê û keçeke wê jî li nava refên YPJ'ê ye. Dayika Şehnaz Abdullah bi zarokên xwe serbilind e û dibêje, "Zarokên min bi xewn û xeyalên min dijîn."
Kurekî wê şehîd, yek şervanê YPG'ê û keçeke wê jî li nava refên YPJ'ê ye. Dayika Şehnaz Abdullah bi zarokên xwe serbilind e û dibêje, "Zarokên min bi xewn û xeyalên min dijîn."
Li gorî kevneşopiya li Rojava, dê û bav bi zaroka/ê xwe yê mezin tên naskirin. Lewma Şehnaz Abdullah jî weke 'Dayika Aram' tê naskirin. Dayika Aram ji zarokatiya xwe ve Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas dike û her tim dixwaze bibe têkoşereke vê dozê. Lê belê dike nake, nikare ji astengiya bavê xwe derbas bibe. Dayika Aram dîsa jî dev ji xewn û xeyalên xwe berneda û zarokên xwe yên ji zewaca bi zorê anî dinyayê, bi eşqa têkoşînê mezin kir. Dayika Aram, ku îro dayika şehîdekî ye, 2 zarokên wê jî di nava refên YPG û YPJ'ê de ne. Dayika Aram a li Saziya Malbatên Şehîdan dixebite, li benda mezinbûna zarokên xwe yên din e.
MIN DIXWEST LI RÊBERTÎ GUHDARÎ BIKIM
Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate Rojava, Dayika Aram hê zarok bû. Tevgera Azadiyê ya Kurd hê nû li Rojava reh berdida. Şoreşger dihatin serdana mala wan jî. Timî qala Ocalan dihate kirin û yên diçûn gel wî û dihatin her tim qala wî dikirin. Wê jî gelekî dixwest biçe wî bibîne, li wî guhdarî bike. Lê belê bavê wê nedixwest ew tevlî bibe û jê re dibe asteng. Nedîtin di dilê wê de weke birîneke mezin dimîne.
BAVÊ WÊ ZÛ BI ZÛ DIZEWICÎNE
Bavê wê, dema dibîne eşqa têkoşînê ya di dilê Dayika Aram de wê bi cih were, bi zorê wê dizewicîne. Weke jineke ciwan Dayika Aram hingî hêza wê têrê nake ku ji vê astengiyê derbas bibe. Dibêje, "Ev rewş gelekî bi zora min ve çû. Dilê min dixwest biçe serê çiyê, lê ez xistim nava qefesekê. Ez bi xwe re jî dixeyidîm, ji ber ku min ev astengî nekarî rake. Lê belê wê demê hêza min a rabûna li ber vê yekê tine bû."
ZAROKÊN XWE BI EŞQA TÊKOŞÎNÊ MEZIN KIR
Dayika Aram, ku hêza wê têrê nekir li ber bavê xwe rabe, zarokên xwe bi eşqa welat û têkoşînê mezin kir. Dayika Aram dibêje, "Bavê min ez bi zorê da zewicandin, lê belê nekarî eşqa têkoşînê ya di dilê min de vemirîne." Dema ku hevserê wê nexweş dikeve û wefat dike, 7 zarokên xwe bi tena serê xwe, bi eşqa têkoşînê mezin dike.
ZAROKÊN WELATÊ MIN
Dayika Aram wiha dewam dike: "Min ti carî weke, 'tenê zarokên min in' nenerî. Ew zarokên welatê min bûn. Diviyabû bi hezkirina welat û Rêbertî bihatina mezinkirin. Min mîna bavê xwe nekir û hezkirina welat û têkoşînê ya di dilê wan de netepisand. Berevajî, min ew hezkirin geştir kir. Di vî warî de min soz da xwe bi xwe. Hewl didim vê bi cih bînim."
ŞOREŞ BÛ FIRSENDEK
Di sala 2012'an de bi destpêkirina şoreşê re firsend bi dest xist ku daxwaza têkoşînê ya di dilê wê de ma bû, bi cih bîne. Ji destpêka şoreşê ve di nava saziyên şoreşê û Saziya Malbatê Şehîdan de dixebite. Kurê wê aram, ku bi hezkirina têkoşînê ya dayika xwe mezin bû, hê di destpêka şoreşê de cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Ji destpêkê ve di nava YPG'ê de bû. Di sala 2015'an de di şerekî de şehîd bû. Eşqa wê ya têkoşînê bi şehadeta kurê wê re mezintir bû.
DIXWAZE RAHÊJE ÇEKA WÎ
Dayika Aram her tim hewl dide rahêje çeka kurê xwe. Lê ev daxwaza wê ji aliyê hevalên kurê wê ve nayê qebûlkirin. Qala vê israra xwe dike: "Dema Aram şehîd bû, di merasîma cenazeyê wî de min ji healên wî tiştek xwest. Min ji wan re got, 'Çeka Aram bidin min û tenê ji bo rojekê jî be bihêlin ku li eniya pêş şer bikim. Min soz daye kurê xwe; ew çû be ku derê, li ku şer kiribe, ez ê jî yek bi yek biçim van hemû cihan û li refên herî pêş li dijî dijmin şer bikim'. Lê belê hevalan nehiştin. Çeka wî dan min, lê belê nehiştin ku li eniya pêş şer bikim. Lê belê tabûra wî bi ku ve çû, min her tim da dû wan. Dema wan li eniyê şer dikirin, ez jî ji bo eniyê xebitîm. Her tim bi gavekê li paş wan bûm. Hê jî bi heman rengî ye. Çi bê xwestin, ez dikim. Rûniştina li malê, saetekê jî be bi min giran e. Ji bo em xwedî li keda şehîdan derkevin û hêjayî wan bin, em bi şev û roj bixebitin jî têrê nake."
'YA KU MIN NEKARÎ BKIRA, KEÇA MIN DIKE'
Bi kurê xwe yê şehîd serbilind e û hewl dide hêjayî wî be. Kurekî wê jî li nava refên YPG'ê ye. Keçeke wê jî şervana YPJ'ê ye. Destnîşan dike ku keça wê milîtana jin a azad a Ocalan e û wiha dewam dike: "Ya ku min nekarî bikim, keça min dike. Niha li nava YPJ'ê di refên herî pêş de şer dike. Min ew bi hezkirina têkoşînê û Rêbertî mezin kir; ew jî ya divê bê kirin dikin. Xeyalên ku min ji ber bavê xwe nekarî bijîm, niha zarokên min dijîn û bi cih tînin."
BILA YÊN DIN MEZIN BIBIN, EZ Ê BIÇIM
Dayika Aram diyar dike, zarokên wê yên din jî gelekî dixwazin tevlî têkoşînê bibin, lê belê emrê wan hê biçûk e û herî dawî dibêje, "Ez jî li bendê me ku zarokên min ên din mezin bibin. Dema ku zarokên min mezin bûn, ez ê deriyê mala xwe bigirim û tenê ji bo Rêbertî û şoreşê bixebitim."