Zarokên Kobanê şer protestokirin
Zarokên Kobanê bi munasebeta Roja Zarokan a Cîhanî daketin qadan û banga rawestandina şeran kirin.
Zarokên Kobanê bi munasebeta Roja Zarokan a Cîhanî daketin qadan û banga rawestandina şeran kirin.
Roja Zarokan a Cîhanî 20’ê Mijdara 1954’an ji aliyê Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat pejirandin û ji sala 1990’an û şûnde ev roj tê pîrozkirin.
Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanî û ji bo şermezarkirina siyasetên li dijî zarokan û şerên ku salane tê de bi dehan zarok dibin qurbanî, zarokên bajarê Kobanê daketin kolanan û meşek lidarxistin.
Meş ji aliyê Desteya Perwerdeyê ya herêma Firatê ve bi hevkariya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerê bi dirûşma “Parastina zarokan şeretekî bingehî yê avakirina civakeke saxlem e”, meş organîze kir.
Meşê ji qada Jina Azad heta qada Aştiyê dewam kir. Li wê derê endamê rêveberiya Desteya Perwerdeyê ya herêma Firatê Xalid Ceradê axivî û bang li cîhanê kir ku şeran rawestînin ku tê de zarok dibin qurbanî.
Xalid Ceradê got: “Her tim zarokên bê sûc û bê guneh dibin qurbaniyên şeran. Em bang li cîhanê dikin ku zarokan biparêzin û li şûna şer, wan fêrî aştiyê bikin.”