Zarokê bi êrişa dewleta Tirk birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
Zarokê 13 salî ku ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser kampa Eyn Îsayê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Zarokê 13 salî ku ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser kampa Eyn Îsayê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Dewleta Tirk di nava rojê de bi obusan kampa Eyn Îsa, gelek gund û rêya M4 bombe kir.
Di encama êrişê de zarokê 13 salî yê bi navê Hatim Hazim Mihemed Hatim ê li kampê bi giranî birîndar bû û lingekî wî jê bû.
Mihemet Hadim rakirin nexweşxaneyê, lê nekarî bê rizgarkirin.
Li gorî agahiyan gundên ku ji aliyê dewleta Tirk hatin bombekirin Xalidiyê, Hoşan û Ebû Sirê ne.