Zarokan komkujiya Til Rifatê ji bîr nekirin

Xwendevanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê zarok û sivîlên di komkujiya Til Rifatê şehîd bûbûn bibîr anîn û ji bo bi dawî anîna şîdeta li dijî zarok û sivîlan bang li hemû rêxistinên hiquqî kir ku erkên xwe bi cih bînin.

Di 2’yê Kanûna 2019’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujî li dijî şêniyên Efrînê yên li navçeya Til Rifetê pêk anî û û di encamêa 10 sivîl şehîd bûn, ji wana 8 zarok bûn û 12 jî birîndar bûn.

Li ser vê yekê bi dehan xwendekarên dibistana Antwan Eswed da.

Xwendekaran wêneyên zarokên di komkujiya Til Rifetê de şehîd bûbûn, pankartên "Mafê me ye em bijîn", "Na ji qetilkirina zarokan re", "Tolhildana me dê avakirina civakeke azad û demokrat be" û"Em ajdayên zarokatiyê ne" hildan.

Mamosteya KPC-D Gulîzar Elo bi zamanê kurdî, xwendekar Rolyana Hesen bi zimanê erebî daxuyanî xwendin.

BÊDENGIYA NAVNETEWÎ ZAROKAN DIKUJE

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ya rojane li Efrînê dike û bêdengiya rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî ya li hemberî wan kiriyarên dewleta Tirk û hate gotin: "Ma xwînrijandina li Efrîna dagirkirî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve têrî wê nake û sûcên xwe li dijî zarok û mirovahiyê digel bêdengiya rêxistinên mirovahî û navneteweyî yên îdia dikin ku mafên mirov û zarokan diparêzin berdewam dike. Heta vê rojê rojane herêmên Şehbayê digel bêdengiya civata navneteweyî tên topbarankirin.

Li ser navê KPC-D Helebê em sersaxiyê ji malbata şehîdan û malbatên zarokan re dixwazin. Em xwestekên xwe nû dikin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me rawestin û dagirkerî ji xaka me derkeve. Her wiha em bang li tevahî rêxistinên hiqûqî dikin ku rola xwe di rawestandina tundiya li dijî sivîlan û zarokan de pêk bînin."

Daxuyanî bi diruşmeyên silavkirina şehîdan bi dawî bû.