Yûsif: Heke êrîşî Efrînê bikin ew ê têk biçin

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federasyonê Yûsif: Heke dewleta Tirk êrîşî Efrînê bike wê têkçûna wê wekî ya Dewleta Osmanî ya di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de be.

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif diyar kir ku ew li ser navê Bakurê Sûriyeyê tu nêta wan tune ye ku êrîşî dewleta Tirk bikin û got, "Heke ji bo dagirkeriya Efrînê gavan biavêjin wê rastî berxwedaneke mezin werin. Ji bo parastina gel em ê berê hemû çekan bidin wan. Em hêzeke xwerêxistinkirî ne û em dikarin bersiva hemû êrîşan bidin."

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif ji bo destpêka Şoreşa Rojava got ku, "Pêvajoya li Bakurê Sûriyeyê û li gorî ya giştî ya Sûriyeyê cihê pêk hat. Îradeya gel hate birêxistinkirin; meclîs hatin avakirin, beriya gavên leşkerî hêzên xweparastinê hatin avakirin. Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re bajar ji rejîmê hatin azadkirin. Gelên Ereb, Siryan, Tirkmen dîtin ku ev tecrube ne bi tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Sûriyeyê ye. Saziyên hatin avakirin bawerî dan gel. Pergala Xweseriya Demokratîk jî li ser vî tiştî hate avakirin. Wekî ku tê zanîn di sala 2014'an de li her sê kantonan Xweseriya Demokratîk hate îlankirin. Dema ku hê hevdîtinên Cenevre-1'yê dihate kirin. Di heman demê de YPG û YPJ ji parastina herêman xwe bi rêxistin kir û roleke girîng bi cih anî. Li hemberî vî tiştî hin aliyan xwestin ku bi ambargoya ekonomîk herêmê bixeniqînin. Çeteyan hemû rê qut kirin, Tirkiye û Başûrê Kurdistanê deriyên sînor girtin û DAIŞ şandin ser Kobanê. Lê bi Berxwedana Kobanê re hemû hesap serûbin kir û Şoreşa Rojava li platformên navneteweyî bi cih kir. Piştî serkeftina Kobanê rêxistinbûneke din ferz bû. Li ser vî esasî Meclîsa Bakurê Sûriyeyê û hêza leşkerî QSD hate avakirin. Pê re jî me di 16'ê Adara 2016'an de Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ava kir û Meclîsa Avakar di 29'ê Kanûna 2016'an de Peymana Civakî qebûl kir. Vê peymana civakî bû destûra bingehîn a gelên Bakurê Sûriyeyê û vî tiştî hêviyeke mezin da gelê Ereb. Gelek herêm hatin rizgarkirin û li ser van herêman jiyaneke bi hev re hate avakirin. Ber bi dawiya 2016'an Minbîc, Tebqa,Reqa û Dêrazor… Gelên li van herêman ji bo azadkirina van deran bang kirin û QSD bi hewara wan re çû."

Hediye Yûsif li ser hilbijartinên li Bakurê Sûriyeyê jî axivî û got, "Meclîsa Avakar biryar da ku hilbijartinan li dar bixe. Ev hilbijartin ji sê qonaxan pêk tê. Ya hilbijartina hevserokên komunan gava vêya ya pêşî bû. Ev hilbijartin bi serkeftî pêk hat û rêjeya tevlêbûna ji sedî 70 bû. Piştre jî hilbijartina qonaxa duyem hate kirin ango ya Meclîsên Herêmî. Di vê hilbijartinê de jî meclîsên bajarok, navçe û kantonan hate lidarxistin, ev jî serkeftî pêk hat. Rêjeya tevlêbûnê ji sedî 69 bû. Qonaxa sêyemîn a Kongreya Gel a Demokratîk wê di Çileya 2018'an de were kirin."

Yûsif têkildarî pêvajoya piştî DAIŞ'ê jî got ku, "Piştî têkçûna DAIŞ'ê îradeyek derket holê û nîqaşên li ser Federasyona Bakurê Sûriyeyê bi dawî bû. Di sala nû de em ê li ser navê çareseriyê bijartekek bin. Cenevre-8 jî têk çû. Heta ku îradeya gelên Bakurê Sûriyeyê tune be wê ji hevdîtinên Cenevreyê tu encam dernekevin, me hê di Cenevre-1'ê de ev tişt digot."

Hediye Yûsif têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê jî got ku "Dewleta Tirk dixwaze şoreşa Rojava û modela çareseriyê ya ji bo Sûriyeya demokratîk bixeniqîne. Ji bo vî tiştî her tişt kir û dike jî. Mebesta wan ev e ku Efrîn û Îdlîbê dagir bikin û heta Behra Spî korîdorekê çêbikin. Tişta ku li Rojhilatê Firatê nekir dixwaze li Efrînê bike. Di heman demê de hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ji bo Rûsya û DYA'yê jî tehdîd e. Rûsya jî vî tiştî dibîne. Heke Tirkiye axa Sûriyeyê dagir bike, ev ji bo herêmê û hêzên navneteweyî tehdîdeke mezin e. Heke Tirkiye êrîşî Efrînê bike, wê têk biçe. Heke dewleta Tirk êrîşî Efrînê bike wê têkçûna wê wekî ya Dewleta Osmanî ya di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de be. Ê me tu fikreke me tune ye ku em êrîşî Tirkiyeyê bikin lê heke Tirkiye êrîş bike ew ê rastî bersiveke mezin were. Heke ji bo dagirkeriya Efrînê gavan biavêjin wê rastî berxwedaneke mezin werin. Ji bo parastina gel em ê berê hemû çekan bidin wan. Em hêzeke xwerêxistinkirî ne û em dikarin bersiva hemû êrîşan bidin."