Yusif: Em ê hişmendiya talanker ji Efrînê derxînin!

Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriye Hediye Yusif wiha got; “Gel ji YPG û YPJ’ê bawer dike. Em ê li dijî hişmendiya talanker û desthiltdariya zilam Efrînê bistînin”

Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriye Hediye Yusif rewşa dawî nirxand.

Yusif bang li hemû gelên cîhanê kir û wiha got; “Li dijî sûcê dij mirovahiyê ya li Efrînê bêdeng nemînin”.

‘EM Ê HIŞMENDIYA TALANKER LI SER XAKA XWE BAVÊJIN’

Li gorî nûçeya Jinnewsê Yusif diyar kir ku şervanên YPG/YPJ’ê û gelê Efrînê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê berxwedaniyeke bê hempa kirin û ev tişt ragihand. “Wê berxwedan tu carî bi dawî nebe, heta ku Efrîn rizgar bibe û dîsa bibe cihekî ewle. Efrîn berî ku bê dagirkirin gelek koçber û rengên cuda hembêz dikir û ewle bû. Piştî êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê bi talan û qirkirineke mezin rû bi rû ma. Lê em ê bi têkoşîna xwe ya bêhempa vê hişmendiya talan û qirkirinê têk bibin."

‘ME STUYÊ XWE JI BO BAZARIYÊ NE DANÎ XWAR’

Hediye Yusif bi lêv kir ku têkoşîna gelê Kurd li her aliyê cîhanê bi çalakiyên cur be cur berdewam dike û wiha pê de çû:"Gelê Kurd xwedî hêz û vîneke azad e. Li her çar aliyên cîhanê çalakiyên xwe yên cur be cur berdewam dikin. Gelê Kurd li her aliyê cîhanê têkoşînê geş dike. Gel li berxwedana serdemê ya Efrînê xwedî derdikeve û baweriya xwe bi şervanan tînin. Wê bi têkoşîn û baweriya dilê gelê Kurd Efrînê ji hişmendiya desthilatdar û talanker rizgar bibe."

Herî dawî Yusif anî ziman ku hêzên navneteweyî ku tenê berjewendiya xwe difikirin bi hevkariya dewleta Tirk li ser xwîna gelê Kurd bazariyê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Kurd li dijî bazariyên qirêj ên li ser xwîna wan tê kirin tu caran serî netewand. Li Efrînê jî serî netewandin û wê netewînin. Wê li Efrînê têkoşîna azadiya Gelê Kurd bi ser bikeve."