YRA: Dewleta Tirk a dagirker rojnameger û zarokan dike hedef
YRA diyar kir ku dewleta Tirk di êrîşên dagirkeriyê de rojanmegeran jî dike hedef û êrîş şermezar kir. YRA banga ‘deng derxistinê’ li sendîkayên çapemeniyê û civaka sivî kir.
YRA diyar kir ku dewleta Tirk di êrîşên dagirkeriyê de rojanmegeran jî dike hedef û êrîş şermezar kir. YRA banga ‘deng derxistinê’ li sendîkayên çapemeniyê û civaka sivî kir.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku rojnamegeran jî dike hedef daxuyaniyek nivîskî da.
YRA’yê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;
Daxuyaniya YRA’yê wiha ye:
‘ROJNAMEGER Û ZAROK TÊN HEDEF KIRIN’
"Ev çend roj in artêşa Tirk a dagirker gundên Kobanê û Girê Spî bi çekên navîn û giran topbaran dike û welatiyên sivîl hedef digire. Ev êrîş û destdirêjiyên li dijî welatiyên Bakurê Sûriyeyê li rex bêdengiya civaka navneteweyî û çapemeniya cîhanî pêk tên. Herî dawî di encama êrîşa artêşa Tirk de zaroka bi navê Sara Mistefa ya 6 salî li Girê Spî şehîd bû.
Di çarçoveya berdewama dijberiya Tirkiyeyê li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê de, di sibeha 2'yê Mijdarê de 2 nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Gulîstan Mihemed û Îbrahîm Ehmed ji aliyê artêşa Tirk ve hatin hedefgirtin, dema ku li taxa El-Minbetêh a bajarê Girê Spî nêrîna welatiyan der barê êrîşa Tirkiyeyê de werdigirtin û her du nûçegihan birîndar bûn. Rewşa nûçegihan Îbrahîm Ehmed ber bi başbûnê ve ye û rewşa nûçegihan Gulîstan Mihemed ji ber ku parçeyên topeke hewanê bi giranî birîndar bûye û hê jî jiyana wê di metirsiyê de ye.
JI BO SENDÎKAYÊN ÇAPEMENÎ Û CIVAKA NAVNETEWÎ BANG
Em wek Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) van êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî rojnamevanan bi tundî şermezar dikin û em bang li civaka navneteweyî û sandîkayên çapemeniya cîhanê dikin ku ji bêdengiya xwe der bikevin û hovîtiya dewleta Tirk riswa bikin. Em hêzên Koalîsyona Navneteweyî ku bi hevkariya QSD'ê şerê DAIŞ'ê dike ji ber vê bêdengiya wê berpirsyar dibînin."