YPJ: Hevrê Ronya her dem di nav têkoşînê de bû

YPJ’ê ji bo şervana xwe Ronya Nisêbînê daxuyanî da ku şehîd bûye. YPJ’ê got, “Ew her dem di nav têkoşînê de bû û bû bersiva jiyana rast.”

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê diyar kir ku şerwana wan Ronya Nisêbîn di 4’e Mijdarê de li Dêrazorê ji ber qezayekê şehîd bûye.

Di daxuyaniya YPJ’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hevrê Ronya bû mînaka sekna şoreşger. Em di şexsê têkoşera azadiyê hevrê Ronya de, rêheval Zagros Hesekê, Elî Besrawî û hemû şehîdên şoreşa azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Her wiha em ji malbata şehîd Ronya û hemû malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û soza şopandina rêya şehîdan careke didin.

Em jin û gelên Bakurê Sûriyeyê di pêvajoyeke dijwar ya tekoşînê re derbas dibin. Em hêzên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî di zanebûna vê pêvajoyê de ne. Em bi vê bîr û baweriyê têkoşîna ji bo ax û welatê azad, têkoşîna mirovahiya azad didin.

Dewleta Tirk bi êrîşa li ser Kobanê û Girê Spî careke din hevkariya xwe ya bi çeteyên DAIŞ’ê re eşkere kiriye. Ev êrîş tê wateya xurtkirin û xwekomkirina çeteyan.

Hêzên me li eniya Dêrazorê, qadên ji çeteyan rizgar kirine bi awayekî xurt û di wan şert û mercên zor de diparêzin. Hevrêya me Ronya jî yek ji wan hevalan bû. Hevala me Ronya dema ku ji bo erkek vedigeriya cihê xwe, di encama qezayê de şehîd bû. Her şehîdek ji bo me soz û biryardariya têkoşînê ye. Hevrêyên me, li her qadê gel diparêzin.

Hevala me Ronya di hemû erkan de her tim li pêş bû. Bi ruxmê birîndariya xwe yek kêliyê jî xwe ji şer û tekoşînê dûr nexist. Her timî daxwaza wê ew bû ku di çepera herî pêş de cih bigire. Li ser vê bingehê jî cihê xwe di nava pêngava rizgarkirina Minbic û Bagera Cizîrê de girtibû. Di her pêngavê de jî erka herî zor û zehmet hilda ser milê xwe. Ji ber armanca wê ew bû ku di şopa hevrêyên xwe yên şehîd de bibe xwedî tevlêbûneke bi çalak. Bi vê tevlêbûna xwe ve di nava refên YPJ`ê de erka pêşengiyê da ser milê xwe û bê hesab kar û xebat da meşandin. Ronya bi vê sekna xwe ve bi ruhek fedaî di nava tevahî qadên tekoşîn û jiyanê de bû. Ji bo axa welatê xwe heya dawî têkoşiya û timî li qada cenga giran bû.

Ronya bi vê tevlêbûna xwe ya çalak ve ji bo me bû çavkaniya hêz û moralê û bû bersiva jiyana rast. Li hemberî her awayî êrîşên giran yên ku axa Rojava û Sûriyeyê hedef dike bû mînaka sekna şoreşger.

Li ser vê bingehê em careke din hevrê Ronya û hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata rêheval Ronya û ji tevahî malbatên şehîdan re sersaxî dixwazin û em careke din soza bilindkirina tekoşîna azadiyê didin.”