YPJ: Bi bilindkirina têkoşînê em ê hêviya gelan pêk bînin

Yekîneyên Parastinê Jinê (YPJ) bi wesîleya salvegera 1’emîn a Pêngava Têkbirina DAÎŞ’ê diyar kir ku em ê dagirkeriya dewleta Tirk jî têk bibin û komploya nû pûç bikin.

Yekîneyên Parastinê Jinê (YPJ) bi wesîleya salvegera 1’emîn a Pêngava Têkbirina DAÎŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Îro em 1’emîn Salvegera serkeftina dîrokî ya ‘Pêngava Têkbirina DAÎŞ’ê’ pêşwazî dikin. Ev pêngava dîrokî di encama tekoşîna dijwar a 8 salan û bedelên giranbiha ya keç û xortên vî welatî serkeftina xwe ji tevahî cîhanê re ragihand. Em di şexsê şehîd Silava Efrîn, Jînda Tiltemir, Arîn Mîrkan, şehîdên enternasyonalîst Sîbel Bûlût, Îvana Hoffman, Destan Temmûz, şehîdên Berxwedana Serdemê, her wiha şehîdên pêngava Dêrazorê şehîd Berfîn, Ronya, Gûneş û Amara Efrîn û herî dawî jî tevahî şehîdên berxwedana Rûmetê bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin.

Bi salan e mirovahî şahidî ji talan, dagirkirin û zilma hêzên komploger ya li ser gelan dike. Di şexsê çeteyên DAÎŞ’ê de, hêzên komploger careke din zilma xwe belavî cîhanê kirin. Bi rengek vekirî û hovane bi hezaran însan qetil kirin û pêl bi pêl êrîşê îrada mirovan kirin. Di van êrîşan de jî herî zêde jin bi tehdît û xeteriyeke mezin re rû bi rû hatin. Jina ku nûnera nirxên çandî, dîrokî û manewî ya civakê ye, rastî destdirêjî û hovîtiyeke mezin hat.

Jina Kurd a ku felsefeya Rêber Apo nas kiribû û xwedî zanistiya berxwedêriya jinê bû, îradeya xwe radestî van hêzên çete nekir. Ev sekna jinan, çembereke parastinê li dora gelan ava kir, vê carê şoreşa Rojava li Minbicê, Tebqa, li Reqa û Dêrazorê veguherî cejna tevahî gelên herêmê.

Ciwanên Ereb, Çerkez, Suryan, Tirkmen û Kurd vê carê di bin sîwana QSD’ê de parastina xwe xurtir kirin û bi hev re mil bi mil tevahî herêmên xwe ji destê çeteyan rizgar kirin. Ev agirê şoreşê careke din dijwariya hêrs û berxwedana gelan a li dijî zalim û dagirkeran nîşan da.

Di 23’ê Adarê de di pêşengiya YPJ’ê de fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD, binkeftina xîlafeta DAÎŞ’ê ragihand. Bêguman ev serkeftina dîrokî bi yekbûna gelê herêmê yê Ereb, Kurd, Asûr, Tirkmen û Çerkez pêk hat. Ango gelê herêmê bi avakirina yekîtiya xwe û bi xurtkirina hêza xwe ya parastinê QSD’ê re komplo û dagirkeriya ku bi salan bû li herêmê têk bir. Heger yekîtiya gelan pêk nehata, heger ciwanên vî welatî nebana yek û parastina xwe xurtir nekiribana ne mumkun bû ku hovîtî û zilma DAÎŞ’ê bi dawî biba. Di vê wateyê de serxistina Pêngava Têkbirina DAÎŞ’ê di encama ked, tekoşîn û yekîtiya hemû gelê herêmê pêk hat. Bi vî rengî DAÎŞ weke sembola wehşet û zilmê, YPJ û QSD jî weke sembola xilasiya jin û gelan derbasî rûpelên dîrokê bû.

YPJ li ser bingehê rêgeza netewa demokratîk, di eniyên berxwedanê de yekîtiya jinan ava kir. Ev sekna bi rûmet bandor li ser tevahî gelê herêmê kir. Êdî gel xwedî li destkeftiyên şoreşê derket û tevlêbûna xwe ya ji refên parastinê re xurtir kir. Ev jî nîşaneya rola diyarker a şervanên YPJ’ê ya di nava QSD’ê de ye. Gel û jinên Bakur-Rojhilatê Sûrî xwe spartin danehev û tecrûbeyên QSD-YPJ’ê û ji bo ku yekîtiya exlaqî û polîtîk a gelê herêmê bixin bin garantiyê û biparêzin Meclîsên xwe yên leşkerî avakirin.

DAÎŞ’ê serweriya xwe ya erdnîgarî û fîzîkî wenda kir, lê yên ku DAÎŞ avakirin, ango dewleta Tirk a dagirker û hêzên navdewletî, îro careke din êrîşê destkeftiyên şoreşê dikin. Di vê wateyê de hesabê me yê bi hêzên komploger, yên dagirker re xelas nebûye. Dewleta Tirk a dagirker ku bûye nûnera hêzên komploger ên navdewletî êrîşê bajarê berxwedêr Efrînê kir û ev êrîşên wê heya roja îro ranewestiyane. Di kêliya ku projeya jiyana gelan a hevbeş û demokratîk li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav dibû, hêzên dagirker di 9’ê Cotmeha 2019’an de, ango di salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêberê gelan birêz Ocalan, careke din êrîşê tevahî herêmê kir û bajarê me Serêkaniyê û Til Ebyad dagir kir. Bi rêbazên herî hovane êrîş bire ser gelê herêmê. Çekên kîmyewî bikaranîn û pêşenga civakê Hevrîn Xelef bi rêbazekî hovane yê ne exlaqî qetil kirin. Di şexsê Hevrîn de êrîşê kesayeta jina azadbûyî kirin û bi vê êrîşê re careke din xwestin çavê gelê herêmê bitirsînin. Xwestin yekbûna jin û gelan a avabûyî belav bikin da ku hişmendiya xwe ya mêtînger û tecawîzkar ferz bikin û xaka zêrîn a herêmê tevahî dagir bikin. Lê gelê herêmê ev komplo nepejirand û bi rengekî xurt nerazîbûna xwe ya li hember vê dagirkeriyê nîşanda.

Va ye îro jî li hember vê dagirkeriyê pêngava me ya berxwedana Rûmetê didome. Ji bo em dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin û komploya nûjenbûyî pûç bikin, pêwîst e gelê herêmê yekîtiya xwe xurtir bike û bi rengek rêxistinbûyî li dijî her awayî êrîşan bisekinin. Em YPJ soz didin tevahî jinan û gelê herêmê ku em ê hêvî û baweriyan wan bi têkoşîneke bilintir bikin rastî û careke din mizgîniya têkbirina hêzên komploger diyarî gelê herêmê bikin.”