YPJ'ê şehîdên xwe yên destpêkê Silava û Bêrîvan bi bîr anî

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê şehîdên xwe yên destpêkê Silava û Bêrîvan bi bîr anî û diyar kir, "Em ê bi dildariya wan tevbigerin, bi ruhê wan ê fedaîyane hemû jinan, gelê xwe û welatê xwe biparêzin."

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya salvegera şehadeta şehîd Bêrîvan û şehîd Silava peyamek weşand û her du şehîd bi bîr anîn.

Peyama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê wiha ye:

"Em di şexsê her du hevrêyên xwe Bêrîvan û Silava yên ku di destpêka şoreşa Rojava de bûne gavek ji mîrasa avakirina şoreşa Rojava, hemu şehîdên meha Gulanê, şehîdên Berxwedana Rûmetê û tevahî şehîdên ku di oxira azadiyê de canê xwe bexşandine, bi rêzdarî bi bîr tînin, soza tolhildanê careke din li beramberî lehengiya wan nû dikin.

Meha Gulanê di dîroka Kurdistanê de nepeniya xwe hertim ji lehengiya Şehîdan digre. Ev meh di rêwîtiya meşa azadiya Kurdistanê de bûye sîpera vejîn û serbilindahiyê. Destanên ku di nava xwe de hewandiye ji bo her Jinekê bûye çîroka serfiraziyê. Ji bo jin xwedî li mafê xwe derkevin hertim bi çek, pênûs, ked, xwîn û xwêdanê, bi awayekî lehngane di nava şoreşan de barekî mezin dane ser milê xwe. Di her sedsalê de bi sedan jin derketin û serî li hember pergalên desthiladar, dagirker rakirin. Ji Leyla Qasim heya Hozan Mizgîn, Şêrîn Elemhûlî heya Bêrîvan û Silava ku di nava şoreşa Kurdistanê de bûne xelekên zêrîn, her yek ji van jinan ji bo parastina nirxên gel û welatê xwe, hemû jiyana xwe dan kar û xebata şoreşê. Lewra di hemû êrîşên qirkirin û dagirkeriyê de destpêkê jin bûn hedef. Di roja îro de di şexsê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de dîroka destdirêjî û qirkirinê careke din xwe dûbare dike. Ev hêzên çete bi hovîtiya xwe xwestin careke din deriyê tarîtiyê li jinê vekin û wiha civak û welatê wan dagir bikin. Lê di tekoşîn û meşa azadiya jinê de, bi taybetî jî di şoreşa Rojava de jinê pêşengiya şoreşê hilgirte ser milê xwe, hemû qad bi rengê xwe xemilandin.

Me wek YPJ xwe li ser vê mîrateya giranbiha avakir û yekem tovên me yên jiyanê jî di vê meha pîroz ya Gulanê de hate danîn. Rêhevalên me Silava û Bêrîvan, zarokên çiyayê Kurmênc bûn yekem bedel, yekem şehîdên YPJ’ê. Di şexsê şehîd Silava û şehîd Bêrîvan de sala 2012-2013’an bû sala herikandina jinên Rojavayî ya nava refên şoreşê. Jinan xeteriya li ser welatê xwe ferq kirin û li dijî vê xeteriyê rêya tekoşînê ji bo xwe hilbijartin. Her du hevrêyên me Silava û Bêrîvan jî ev xeterî ferq kiribûn û di eniyên şer ên herî pêşde canê xwe kiribûn mertal. Ji bo destê hêzên çete nêzî ax û welat nebe, hetanî dawî bi erk û berpisyariyeke mezin kar û xebat meşandin. Bi vî ruhê xwe yê berpirsyariyê li dijî hêzên çete şerek bê eman dan meşandin û bi lehengiyeke mezin rojên 28 û 29 Gulana sala 2013’an berxwedaneke bê hempa raber kirin û tev li nava karwanên şehîdan bûn. Herdû bûn yekem şehîdên YPJ’ê. Li ser şopa wan bi sedan Bêrîvan û Silava herikîn nava refên şoreşê û me jî weke YPJ, wê rojê soz da Silava û Bêrîvan ku emê artêşbûna xwe hîn mezintir bikin û tekoşîna xwe xurtir bikin.

Her du hevrêyên me yên pêşeng ji bo ku jiyaneke azad diyarî gelê xwe bikin, di vê meha pîroz ya Gulanê de canê xwe kirin diyarî ji bo xaka pîroz ya Efrînê. Îro ev xeterî, ev êrîş bi dawî nebûne, heta ji herdemê zêdetir giran û dijwartir bûne. Îro dijminê me bi rêbazên herî zirav yên şerê taybet, bi hewldanên xwe yên dagirkirin û guhertina demografîk dixwaze ziman, nasname û çanda herêmê biguherîne, herî zêde jî dixwaze destkeftiyên şoreşa me ji holê rake.

Em wek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo karibin destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin, ji bo dawî li vê dagirkeriya giran bînin em careke din soza xwe li hemberî yekem şehîdên xwe Silava û Bêrîvan dubare dikin ku em ê bi dildariya wan tev bigerin, bi ruhê wan ê fedaîyane hemû jinan, gelê xwe û welatê xwe biparêzin."