YPJ’ê şehîdên Baxozê Guneş û Amara bi bîr anîn

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, her du şervanên xwe Amara Efrîn û Guneş Botan ên di operasyona Baxozê de şehîd bûn bi daxuyaniyeke nivîskî bibîr anî û ji hevrê û malbatên wan re sersaxî xwest.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî şevanên xwe Amara Efrîn û Guneş Botan ku di operasyona Baxozê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bibûn, bibîr anîn û ji hevrê û malbatên wan re sersaxî xwest, soza şopandina riya wan da. Daxuyanî wiha ye:

“Hevrêyên me Amara Efrîn û Guneş Botan, di operasyona Baxozê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de gihaştine şehadetê. Em, her du hevrêyên xwe yên di encama operesyona paqijkirina gundê Baxozê ya ji çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûyî, bi rêzdarî bibîrtînin; ji malbatên wan re sersaxî dixwazin û soza pêkanîna hêvî û armancên wan dubare dikin.

Piştî ku pêngava têkbirina terora çeteyên DAÎŞ’ê, li gundê Baxozê yê Dêrezorê bi serkeftî bi encam bû, hêzên me dest bi operasyona paqijkirina kampê ji bermahiyên çeteyan kirin. 2’ê Nîsanê dema komeke çeteyên DAÎŞ’ê, ligel malbatên xwe radestî hêzên me dibûn, jineke çeteyan xwe di nava şervanên me de teqand û di encama vê teqînê de 2 hevrêyên me şehîd bûn.

Her çiqas çeteyên DAÎŞ’ê li ser erdê, ango di bejahiyê de hatibe qedandin jî, hê gelek bermahî û hucreyên wan ên veşartî mane. Di serî de li herêma Dêrezorê, li gelek qadên din hê hucreyên wan ên veşare hene.

Hevalên Amara û Guneş, bi biryareke xurt, bi bawerî û hêviyeke mezin heta kêliya dawî di têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de cih girtin, bi lehengî şer kirin û wisa jî şehîd ketin. Hevala Amara, sala 2013’an, heval Guneş jî sala 2015’an tevlî nav hêzên me bibûn. Her du heval jî di vê heyamê de beşdarî gelek şer û pêngavan bûn. Hevala Amara, di şerê li Helebê, Kobanê, Minbic, Reqa, Efrîn û herî dawî Dêrezorê de di eniyên pêş de cihê xwe di nav şer de girt. Hevala me Guneş jî, di şerê Minbic, Reqa, Şedadê û Dêrezorê de bi biryardarî û xurt di eniyên herî pêş de cihê xwe girt. Her du hevalên me jî ezmûn û daneheveke gelekî xurt di warê şer de bi dest xistibûn. Bi vê daneheva xwe ve di pêngava dawî ya têkbirina DAİŞ’ê de jî cih girtin.

Hevala Amara di nav malbateke Efrîn a welatpêrêz de mezin dibe. Bi destpêkirina şoreşê re biryara tevlîbûna nava refên şoreşê dide. Ezmûn û serpêhatiya ku di nava şer de bi dest xistibû, ji bo xwe kiribû bingeha kesayetek xurt, pêşeng, dilsoz, wêrek û girêdayî. Hevala me Amara di nava şerên giran ên weke Helebê, Berxwedana Serdemê û deverên din de cihê xwe girt û di nav şer de kemilî. Her tim di jiyanê de bû xwedî sekneke bi biryar û dilnizm.

Hevala Guneş, di malbateke Kurdperwer de mezin dibe. Di temeneke biçûk de zilma li ser gelê xwe dibîne, van êrîşan qebûl nake û sala 2014’an dema êrîş li ser Kobanê dijwar dibe, ew jî weke keçeke Kurd ji bo li dijî vê êrîşê xaka xwe biparêze, beşdarî nav refên YPJ’ê dibe. Hevala Guneş, kîn û hêrseke mezin li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê dijî û li dijî hovîtiya çeteyan a li dijî jinê sonda tolhildanê dixwe û dikeve nav şer. Hevala Guneş, bi fedekarî, coş û tevlîbûna xwe xurt, tim di nava jiyanê de mînak bû.

Em careke din dibêjin, biryardarî, sekin û têkoşîna her du hevrêyên me, wê di her qada têkoşînê de ji bo me bibe nîşaneya serkeftinê. Li ser wê bingehê em ji malbatên her du hevalan û tevahî malbatên şehîdan re sersaxî dixwazin, êşa wan parve dikin û soza me daye şehîdên xwe dubare dikin.

Nasnav: Amara Rojhilat

Nav û paşnav: Bêrîvan Habeş

Navê dayikê: Naciye

Navê bav: Mislim

Cihê ji dayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka Şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 3’ê Nîsanê 2019

 

Nasnav: Gûneş Botan

Nav û paşnav: Gurbet Kaplan

Navê dayikê: Kevser

Navê bav: Nazmî

Cih û dîroka Şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 3’ê Nîsanê 2019