YPJ'ê şehîd Arîn Bahoz bi bîr anî

YPJ'ê şehîd Arîn Bahoz bi bîr anî ku ji ber nexweşiyekê şehîd bû û got, "Bû dengê qîrîna jinan û li dijî DAÎŞ'ê berxwedaneke bêhempa nîşan da."

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji bo şervana xwe Arîn Bahoz daxuyaniyek weşand, ku 31'ê Çileyê li Qamişloyê ji ber kanserê şehîd bû.

Daxuyaniya YPJ'ê wiha ye:

Em hevrêya xwe Arîn Bahoz bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbata wê re sersaxiyê dixwazin. Em careke din ji wê û hemû hevrêyên xwe yên şehîd re soza pêkanîna hedef û armancên wan didin.

Hevrêya me Arîn a bi nasnav Nesîme Tetîk di pêvajoya şerê Kobanê ya giran de bi ruhekî neteweyî û berpirsyar tevlî YPJ'ê dibe û di 31’ê Çileyê de di encama nexwaşiya penceşêrê ya ku çend sale tedawiya wê li Qamişlo didît de, tevlî karwana şehîdan dibe.

Hevrê ya me Arîn a ku ji Cizîrê ye di nava malbateke welatparêz de bi çanda herêma Botanê ya berxwedêr mezin dibe. Heval Arîn di zarokatiya xwe de heya jiyana xwe ya şoreşgerî her di nava lêgerîna azadiyê dijî û di temenê xwe yê ciwan de di sala 2015’an dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êriş ser Kobanê dikin li hember van êrişan ji bo axa xwe û nirxên xwe biparêze tevlî refên YPJ'ê dibe, bersiva lêgerînên xwe di şoreşa Rojava dibîne. Lêgerîna xwe bi naskirin û xwe kûr kirina felsefeya bîrdoziya rizgariya jinê de pênase dike. Coş û kelecana xwe ya jiyanê ji bîr û baweriya azadiyê digre û bi ruhê hevaltiyê milîtaniya jin dixemilîne. Ji bo azadiya jinê, welat û ax bi hezkirina azadiyê têkoşiya. Her kêliya jiyana xwe bi eşqa welatek azad têkoşîn da meşandin. Ji bo hevalên derdora xwe jî bûye çavkaniya jîn a azad.

Di heman demê de hevrêya me Arîn bi fereseta jîn a azad a neteweya demokratîk di pêngavên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cihê xwe girtiye. Bi taybet pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê bi hewar jin û gelê Minbicê ve diçe û heya rizgarkirina bajar bi tevlîbûnek bê hempa tekoşîn dike li hember hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê. Weke jinek azadîxwaz bi hezkirina xwe ya azadiya jin û xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dide bajarê Reqa bi hewara jin û keçên Êzîdî ve diçe ta ku rizgarkirina bajarê Reqayê.

Di pêvajoya tedawiya nexweşiya penceşêrê didît, tu caran dev ji coş û morala xwe ya jiyanê berneda. Ji bo carek din di eniyên şer de cihê xwe bigire, xaka welatê xwe û gelê xwe biparêze bi xwestek û bi israr tev li jiyanê bû. Heta kêliya jiyana xwe ya dawî jî bi vê hêvî û baweriyê jiya.

Wek Yekîneyên Parastina Jinê, em careke din ji malbata bi nirx a hevrê Arîn re sersaxiyê dixwazin. Em ji hemû malbatên şehîdan re soz didin ku wê tola şehîdên me li erdê nemîne. Em ê bi ruhê berxwedêr ê hevrê Arîn xwedî erkên demê derkevin û em ê girêdana xwe a bi şehîdên xwe re bi misogerkirina azadiyê ve diyar bikin.

Nasnav: Arîn Bahoz
Nav û Paşnav: Nesîme Tetîk
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Osman
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Cih û Dîroka Şehadete: Qamişlo, 31 Çile 2022"