YPJ: Bi hêza xwe em ê şoreşa mirovayetiyê mîsoger bikin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Fermandariyê diyar kir ku, ew ê bi hêza xwe ya xweser şoreşa Rojava û mirovayetiyê mîsoger bikin.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev peyam hatin dayîn:

“Em 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, di serî de li mirovahiyê, li gelên Rojhilata Navîn, li gelên Bakûrê Sûriyeyê û li tevahî Kurdistaniyan pîroz dikin ên ku bûne xeleka berxwedanê li dora Kobanê. Di serî de şehîdên Enternasyonal yên di oxira rizgarkirina Kobanê de canê xwe feda kirin, em di şexsê şehîd Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanî, Îvana Hoffmann, Sîbel Bûlût û Rifat Horoz de tevahî şehîdên Kobanê û şoreşa Bakûrê Sûriyeyê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.

BERXWEDANA KOBANÊ BÛ GERDÛNÎ

Roja 1’ê Mijdarê ku hemî cîhan di şexsê Kobanê de giha hev, mohra xwe li dîroka mirovahiyê da. Ji Hindistan heya Japonya, Pakîstan, Ekvator, Perû, Arjantîn heya Îtalya û Îspanya hemî cîhanê bi gotina polîtîkayeke din mumkun e ji êrîşên hovane yên DAİŞ’ê re got êdî bes e. Tevgerên demokrat û aştîxwaz bawer kirin ku berxwedana Kobanê destpêkirina aştiya cîhanê ye ji ber wê jî bi dirûşmeya “Ji bo aştiyê, Kobanî biparêze” daketin qadan. Bi vî rengî Kobanî bi pêşengiya berxwedana jinan ve gerdûnî bû. Hemû mirovahiyê êrîşên hovane yên DAÎŞ’ê weke metirsiyekê dît û xwedî li berxwedana bi rûmet a Kobanê derket.

EV BERXWEDANA BI PÊŞENGIYA JINA KURD DEST PÊ KIR

Ev berxwedan, bi pêşengiya jina Kurd dest pê kir lê her ku çû bû berxwedana hemû jinên Cîhanê dirêjî tevahî mirovahiyê bû. Berxwedana şervanên YPJ’ê hemî cîhan hejand û hişt ku hemû cîhan li dora şoreşa Rojava bicive. Bi berxwedana Kobanê re şoreşa Rojava nasnemeya gerdûnî bi dest xist. Êdî şoreşa Bakûrê Sûriyeyê bi vê nasnameyê bê rawestandin xwe ava kir û destkeftiyên gelek mezin afirand. Bi sedan şervanên Enternasyonal beşdarî refên YPJ û YPG’ê bûn. Di serî de li Kobanê û Efrîn di hemî eniyên şer de cihê xwe girtin, lehengî û fedakariyek mezin raber kirin û gihan asta şehadetê. Wan li ser navê parastina nirxên mirovahiyê, berê xwe dan şoreşa Bakûrê Sûriyeyê.

DAÎŞ LI TÊKÇÛNÊ YE

Va ye îroj bi pêngava dawî ya Bagera Cizîrê re çeteyên DAÎŞ’ê li ber têkçûnê ne. Êdî gav bi gav gemariya wan ji ser xaka Sûriyeyê paqij dibe. Helbet her gavek şahidî ji lehengî û fedakariyên mezin re dike. Û ev gav bi hêsanî ava nabin. Lê em dibînin ku di serî de Tirkiye, tevahî hêzên desthiladar careke din bi êrîşên xwe ve destekê didin van hêzên çeteyan. Ji bo vê jî di bin navê aramiya Sûriyeyê de tifaqên qirêj çêdikin û di her warî de alîkariyê didin DAÎŞ’ê. Ev nîşan dide ku ev hêz dixwazin Rojava û Sûriyeyeke li gorî berjwendiyên xwe ava bikin û vîna gelê herêmê tune hesab dikin. Êrîşa dewleta Tirk a li ser gundewarên Kobanê mînaka vê ya herî eşkere ye. Lê bi rûxmî ku raya giştî ji van êrîşan agahdar e, berteka pêwîst raber nake. Bêguman ev ji bo kesên azadîxwaz cihê lêpirsînê ye. YPJ’ê îroj bi heman biryardariyê tekoşînê li hemberî van êrîşan dimeşîne. Em bawer in ku wê her kesên azadîxwaz careke din bi erka xwe ya demê rabe û piştgiriyê bide tekoşîna YPJ û YPG. Çawa ku li Kobanî mirovahî bêdeng nema û bi serîhildana xwe ve bû xelekek ji vê berxwedanê, em bawer in ku wê îroj jî ji bo parastina nirxên tevahî mirovahiyê li dora şoreşa Rojava û tevahî Sûriyeyê bicivin.

Em hêzên YPJ’ê, em ê bi vê bîr û baweriyê her awayî êrîşan pûç bikin, em ê bi hêza xwe û ya gelê xwe şoreşa Rojava û ya tevahî mirovahiyê mîsoger bikin. Bi vê îddîa û biryardariyê em careke din tevahî şehîdên berxwedana Kobanê, şehîdên berxwedana serdemê û tevahî şehîdên Bakûrê Sûriyeyê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe ya serkeftinê dubare dikin.”