YPJ: Şoreş bi berdêlên giran hate parastin

YPJ: Gelên Sûriyeyê bi taybetî gelê Kurd mohra xwe li van heft salên derbasbûyî xistin. Serketinên heyî bi berdêlên giran ên gelan hatin afirandin.

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi wesîleya salvegera 7'an a Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Em salvegera heftemîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, di serî de li kedkarê mezin Rêberê Gelan Rêber Apo, fedaiyên xaka pîroz, şehîdên nemir, gelê Bakûr-Rojhilatê Sûriyê û tevahî gelên cîhanê pîroz dikin. Em di şexsê Şehîd Jînda, Roksen, Xebat, Arîn, Rêvana, Gelhat, Avesta û Karkeran de hemû şehîdên şoreşa gelan bi bîr tînin û soza parastina şoreşê nû dikin.

Di sala 2010’an de li gelek welatên Ereban li hemberî pergala netewedewletê, pêla serhildanên gel bi pêş ketin. Di serî de li Tunus, Misr, Libya û hwd. din nerazîbûnên gelan li hemberî desthilatdariya heyî çêbû. Ev pêla serhildanan di sala 2011’an de li Sûriyê belav bû. Şoreşa 19’ê Tîrmehê, di pêşengiya gelê Kurd de bi rengê jin, bi hişmendî, vîn, cesaret û lêgerîna gelan, heqîqeta mirovê azadîxwaz, jina birçîyê azadiyê afirand. Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan bi pêş ket û di nav salên derbas bûyî de ji bo gelên têkoşîna azadiyê didin û hemû jinan bû çavkaniya hêvî û baweriya serkeftinê.

7 salên derbasbûyî ji bo tevahî gelê Sûriyê û bi taybet gelê Kurd salên bi qasî têkoşîn û serkeftinê bûn ew qasî jî bi êşên mezin dagirtî bû. Me her rojên van salan de bi sedan rêhevalên hêja winda kirin. Gelê me bi fedekarî û berdêlên giranbiha xwedî li şoreşê derket û li kêleka şervanên xwe di her kêliya jiyanê de ked di ber mezinkirina têkoşînê û parastina nirxan de da. Di vê wateyê de şoreşa me bûye şoreşa gelan, bûye şoreşa şehîdan.

Ji destpêka şoreşê ve di serî de dewleta Tirk, hêzên paşverû yên herêmê, hevkarên nokeran û gelek hêzên din hewl da bi êrişên cur bi cur hêza demokratîk a gelan ji holê rakin. Bi destê gelek komên çete planên xwe yên tunekirinê xistin meriyetê. Çeteyên DAIŞ’ê yek ji hêzên talanker ên herî mezin bû. Bi destê çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran mirov, bi rêbazên herî hovane hatin qetilkirin. Cih û warên dîrokî, nirxên civakî bi destê van çeteyan hatin rûxandin û ji holê hatin rakirin. Ev hêrs û kîna hêzên desthilatdar a li hemberî vîna gelan îfade dikir. Têkbirina çeteyên DAIŞ’ê serkeftina herî mezin a gelan û şervanên azadiyê bû. Gelên li Sûriyê yên Kurd, Ereb, Suryan, Keldan û Tirkmen li ser hişmendiya jiyana hevbeş û yekitiya gelan di mezinkirina şoreşê de kedeke mezin da. Ev yekitiya gelan di roja îro de di yekparebûna Sûriya demokratîk de dikare rista sereke bilîze.

Me weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), ji bo Şoreşa 19’ê Tîrmehê were mezinkirin û parastin, soz da gelê xwe em li hemberî hemû êrîşan, bi rola parastinê rabin. Pêkanîna vê erka dîrokî ji bo me her tim bû cihê rûmetê. Em dizanin di roja îro de jî hîna gelek xetere li ser şoreşê hene. Em ji bo di sala heştemîn a şoreşê de xwedî li erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî derkevin, keda ji me tê xwestin em ê pêk bînin. Ji bo ku em xwedî li keda hevrêyên xwe yên şehîd derkevin, em ê têkoşîna xwe mezin bikin, ta ku em şert û mercên avakirina pergala neteweya demokratîk mîsoger bikin. Em careke din soza xwe ya parastina şoreşê û biryardariya meşa di rêya şehîdan de nû dikin.

Li ser vê bingehê em careke din Şoreşa 19’ê Tîrmehê li şehîdên xwe, malbatên şehîdan, gelê me yê her çar parçeyan, tevahî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin."