YPJ: 3 hevrêyên me şehîd ketin
YPJ diyar kir di êrîşa dewleta Tirk de li Minbîcê endamên Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê û fermandara Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê Şervîn Serdar, Nûcan Ocalan û Canda Cûdî şehîd ketine.
YPJ diyar kir di êrîşa dewleta Tirk de li Minbîcê endamên Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê û fermandara Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê Şervîn Serdar, Nûcan Ocalan û Canda Cûdî şehîd ketine.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a duh a li Minbicê de 3 hevreyên wan şehîd ketine.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
′′Dewleta Tirk a qirker, her roj bi rêbazên xwe yên derveyî pîvanên şer êrişî gelê me û pêşengên şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Têkoşîna me di dilê desthildariya xwînmêj a Erdogan de tirs û xofeke mezin ava kiriye. Dewleta Tirk a dagirker ji aliyê daîreya şerê taybet ve tê rêvebirin. Di tu demên dîrokê de qirkirineke bi vî rengî rêxistinkirî, li ser gelan nehatiye meşandin. Îro jî navenda vê qirkirinê Sûriye ye. Dewleta Tirk a ku bermahiyê desthildariya Osmaniyan e, cardin dixwaza axa me bi feraseta nûjen a Osmaniya demê re dagir bike û bi rê ve bibe. Ji ber wê jî bi êrişên xwe yên piralî hewl dide her dengê ku ji bo azadî û demokrasiyê bilind dibe, bitepisîne.
Em Yekîneyên Parastina Jin, ji destpêka têkoşîna xwe heta roja îro em wek mertaleke parastinê li hemberî van êrişan li ber xwe didin. Me di oxira vê armanca xwe de bi sedan şehîd dan. Ev rastiya me çavên tevahî civakên ku li azadî û mafên xwe digerin ji jiyaneke nû re vekir. YPJ bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê, bû îfadeya ruhê jinên ku ji bo mirovahiyê hebûna xwe feda dikin. YPJ, li seranserî cîhanê weke model û hêviya jiyaneke nû ya gelan tê pênasekirin. Lê îro ev jinên leheng bi fermana Erdoganê ku dijminê îrade û hebûna jinane, tên armanckirin. Di dîroka 15’ê Îlonê de di salvegera êrişên li ser Kobanî de cardin armanc girtina jinên şoreşger ne rasthatinek e. Ev dijminahiya dewleta Tirk a dagirker, hezimnekirina têkçûyîna DAIŞ’ê îfade dike. Di heman demê de bi armanca şikandina îrade û motivasyona şoreşê, van êrişan pêk tînin. Nirxên ku Rêber Apo li ser vê axê daye afirandin, di nava xwe de malbatên welatparêz û demokrat ava kir. Ev yek jî tu cara nahêle ku dijmin encam bigire û şa bibe. Rêber Apo bi têkoşîn û keda xwe ya li tevahiya Sûriyeyê daye meşandin, civakeke bi nirx ku di nava xwe de rastiya malbatên welatparêz û demokrat dihewîne, afirandiye. Yek ji wan malbatan jî malbata fermandar Şervîn e ku zarokên xwe bi ked û nirxên welatparêziya mezin kirin û di dilê wan de eşqa welatekî azad çandin.
Fermandar Şervîn di sala 1981’an de li bajarê Dirbêsiyê ji dayik dibe. Di sala 1998’an de jî tevlî nava refên azadiyê dibe. Fermandar Şervîn li çiyayên azad dest bi têkoşîna azadiyê dike û piştî salên dirêj yên ji warên azad berê xwe dide şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Fermandar Şervîn di 25 salên jiyana xwe ya şoreşgerî de, bi baweriya bîrdoziya Rêber Apo a azadiya jinê û bi ruhekî fedayî bi erkên xwe yên şoreşgerî rabû. Xeta fedayîtî û kesayeta mîlîtan a ruhê demê bi kesayeta fermandar Şervîn re heman wateyê dihewîne. Weke fermandareke jin a pêşeng ji bo avakirin, parastin û mayîndekirina şoreşê di hemû qadên jiyanê de kar û xebateke bêhempa da meşandin. Ji qada siyasî, dîplomasî û heta parastinê xeta mîlîtaniya Apoyî temsîl kir. Weke fermandareke jin heta dawiyê ji serkeftina şoreşa gelan bawer kir. Fermandar Şervîn ji bo têkbirin û astengkirina polîtakayên qirêj ên hêzên derva yên ku bi armanca xirabkirina yekîtiya gelan herî dawî li herêma Dêrazorê hate plan kirin, di ‘Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê’ de weke fermandareke jin ji bo têkbirin û pûçkirina van planên qirêj roleke pêşeng lîst. Di her kêliya jiyana xwe de bû yek ji kesên ku karibû heqîqeta Jin, Jiyan, Azadî di kesayeta xwe de temsîl bike. Hevrê û fermandara wêrek Şervîn weke jineke şoreşger ku heta dawiyê xwedî li pîvanên jina azad derket, di nava refên azadiyê de bû fermandareke şoreşa azadiya gelan.
Şoreşa azadiyê bi mîrateya şoreşgerên weke fermandar Şervîn her demê zîndîbûn û herikbariya xwe domand û weke meşeke maratonê destkeftiyên şoreşa jin ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe. Tevlîbûna hevrêyên me Nûcan û Canda jî tê wateya vî tiştî.
Hevrê Nûcan di temeneke ciwan de ji bo ku destkeftiyên şoreşê biparêze û rê nede êrişên dagirkeriyê beşdarî nava refên YPJ’ê bû. Hevrê Nûcan ji bajarê Minbicê ye û bi ciwaniya xwe di nava refên azadiyê de temsîliyeta ruhê jinên ciwan kir. Bi dilsoziya xwe ya ji nirxên şoreşê re kesayeta xwe xurt kir û ji bo avakirina pergala modernîteya demokratîk bi erkên xwe yên demê rabû.
Hevrê Canda Cûdî jî bi eslê xwe ji bajarê Girê Spî (Til Ebyad) e û piştî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser bajarê Girê Spî, bi hêrsa tolgirtina ji dagirkeriyê tevlî nava refên YPJ’ê dibe. Hevrê Canda xwedî li nirxên civaka xwe derket û bi ruxmî ku dayika du zarokan bû jîi tu carî xwe paşde neda û ji bo pêşeroja tevahî zarokên welatê xwe heta hênaseya xwe ya dawî bi erkên xwe yên şoreşgerî rabû. Hem di perwerdeyên leşkerî hem jî di yên bîrdozî de di demeke kurt de bû xwedî çawaniyeke xurt û di eniyên herî pêş de li hemberî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk cihê xwe girt.
Hevrêyên me Şervîn, Canda û Nûcan ruhê hevaltiya rast, yekitiya armanc û rêgez temsîl kirin. Bê tereddût, bê tirs û bi ruhekî wefadar erkên xwe bi cih anîn û di oxira wê de canê xwe feda kirin.
Di serî de ji bo malbatên hevrêyên me yên hêja fermandar Şervîn, Canda û Nûcan, em ji tevahî gelên xwe yên ku li hemberî êrişên dagirkeriyê têkoşîn dikin û serî natewînin, sersaxiyê dixwazin.
Me her bihusteke axa welat bi ked û xwîna hevrêyên weke Fermandar Şervîn, Canda û Nûcan, ji hemû kirêtiyên feraseta dagirker paqij kir. Li ser vê esasê jî em ê herdem xwedî li keda hevrêyên xwe yên şehîd derbikevin û em ê bibin milîtanên tolhildanê.”
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye
Nasnav: Şervîn Serdar
Nav û Paşnav: Îman Mehmûd Derwêş
Navê dayîk: Dilşa
Navê bav: Mehmûd
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic – 15.09.2023
Nasnav: Canda Cûdî
Nav û Paşnav: Sara Mihemed Ebdî
Navê dayik: Şemsê
Navê bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic – 15.09.2023
Nasnav: Nûcan Ocalan
Nav û Paşnav: Şîlan Mihemed Ehmed
Navê dayik: Sîham
Navê bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic – 15.09.2023."