Li gorî nûçeya ANHA'yê, artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete, bi çekên giran êrîşî gundên Til Medîq, Semûqe, Hisiye, Şeale û Şêx Îsa, her wiha girê Elah yên herêmên Şehbayê kirin. Êrîş duh bi şev hate kirin.
Ji ber vê yekê, hêzên şoreşger bersiv dan êrîşên çeteyan û li baregehên çeteyan ên li dora bajarê Îdlibê xistin. Li gorî aahiyan, di vê bersivdanê de ji çeteyan gelek kuştî û birîndar çêbûne, lê hejmar nehate zelalkirin.
Şervanan her wiha li çeteyên li cihekî bajarokê Marî li hev civiyabûn xistin û li vir jî kuştiyên çeteyan çêbûn.
Li kantona Efrînê jî çeteyan bi ARC girê Qestelê ya navçeya Şera topbaran kirin. Çeteyan her wiha girê Şehîda Barîn a li herêma Cindirêsê ya katnona Efîrnê jî topbaran kirin. Di encamê ziyana madî pêk hat.
Şevê din Artêşa Tirk gundê Qestel Cindo ya navçeya Şera jî topbaran kir. Her wiha bombeyên ronahiyê jî avêtin gund.