YPG'ê şehîdên Qereçoxê bi bîr anî

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî di salvegera komkujiya Qereçoxê de êrîşa dewleta Tirk a li ser Qereçoxê şermezar kir.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê di salvegera komkujiya Qereçoxê de daxuyaniyeke nivîskî da û êrîşa li ser Qereçoxê, dagirkeriya li ser Efrînê bi ‘komplo’yê bi nav kir. YPG’ê diyar kir ku armanca vê komployê jî têkbirina şoreşa civakî ya Rojava/Bakurê Sûriyê ye û ferzkirina pergala zordest e.

YPG’ê her wiha diyar ki ku ew ê heta ku Efrînê û Dêrazorê ji terorîstên Tirk û dewleta Tirk rizgar bikin wê li berxwe bidin û têbikoşin.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê wiha ye:

ʺTevî zulim, zordarî û stemkarî wê berxwedana gelan dewam bike û Qereçox wê bibe mîrasa her kesê aşiqê azadî û jiyanê.

Îro em bi serbilindî şehîdên xwe ku bilindcihên Qereçoxê ew hembêz kirin bi bîr tînin. Şehîdên me ji tevahî cîhan û dijminan re îsbat kirin ku em ê bibin mertalên xûrt li dijî teror û sûcdaran. Di demeke wiha de ku hêzên me şerê terorîstên cîhanî DAÎŞ’ê li ‘paytexeta xîlafetê’ dikir, balafirên dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê êrîşî bilindcihê Çiyayê Qereçoxê kirin, ku bi sedan şervan û fermandarên QSD`ê li wir bûn û roleke wan a girîng di pêngava rizgarkirina Reqayê de hebûn.

Ev êrîşa xedar a li dijî Çiyayê Qereçoxê wekî gelek kiryarên dewleta Tirk a binpêkirina zagonên navneteweyî ye, her wiha ev êrîş wekî nameyekê ji terorîstên li Reqayê re bû ku dixwestin bibêjin, ʺEm bi we re ne û vaye em hêza ku li dijî we şer dike, yek ji navendên fermandariya wan ku şer li wir tê birêvebirin dikin hedef’’ ev yek jî nameyeke zelal a Erdogan bû, ji terorîstên DAÎŞ’ê re.

Li gel vê jî plana Erdoganê zordar bi ser neket, lê komployên wî li dijî gelê me dewam dike. Erdogan û bi paşmêrê wî Rûsya êrîş birin ser gelê me yê Efrînê kir û gelê Efrînê ji şûnwarên xwe dane koçbekirin. Ev yek jî diyar dike ku Rûs û Erdogan dest bi plana guhartina demografiyê li Efrînê û herêmên din ên Sûriyê kirine, ku şerên dijwar li wir rû didin. Armanc ji vê planê ew e ku demografiya herêmê biguherin, hevsengiya li Sûriyê xerab bikin, bi rêya vekirina eniyeke nû li Efrînê destekê bidin terorên DAIŞ`ê li Dêrazorê û bi vê yekê re derbeyekê li projeya demokratîk a Sûriyê bixin.

Êrîşa terorê ya li ser Çiyayê Qereçoxê û plana guhartina demografiyê ya li Efrînê komploya terora cîhanî ya DAÎŞ’ê û hêzên serdest, keysperest e, ya li dijî şoreşa civakî ya Sûriyê ye ku dixwazin pergala zordest li ser gelan ferz bikin.

Me ji tevahiya cîhanê re îsbat kir ku tevî êrîş û komployan ên li dijî hêz û gelên me, em ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin. Rêxistinên terorîst li herêmê û amûrên wan ên mîna DAÎŞ’ê, Cebhet El-Nusra û çeteyên terorîst nikarin îrade û hêza me bişkînin. Me nirxên mirovahiyê parast û em heta niha jî diparêzin û em ê ji cîhanê re rastiya rêxistinên terorîst ên wekî sîstema Tirk nîşan bidin, ku piştgiriya terorê û terorîstan dike.. Erdogan ê ku cîhan tevahî li hemberî sûcên wî yên li Efrînê bêdeng bû, terorîstan li derdora xwe kom dike û bi wan gefê li dewletên cîhanê û gelên azad dixwe.

Em YPG careke din şehîdên xwe bi bîr tînin û em soz didin wan û gelê xwe em ê tola wan rakin û heta ku armanca şoreşa me jiyana hevbeş û pergala ku wekheviya mafên hemû pêkhateyan mîsoger dike pêk were, em ê li ber xwe bidin. Her wiha em ê di rêya azadiyê de bimeşi, têkoşînê geş bikin heta ku Efrîn û Dêrazor ji terorîstan û dagirkeriya Tirk were rizgarkirin.’’