YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

YPG’ê ragihand ku 21’ê Tîrmehê di encama qezayekê de şervanê wan ê bi navê Serbest Partîzan li Kobanê şehîd bûye.

YPG’ê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Serbest Partîzan ê dema li Kobanê li ser erka xwe bû şehîd bûbû eşkere kir.

YPG’ê li ser şehîdbûna şervanê xwe ev agahî da:

“Di dîroka 21’ê Tîrmehê de hevrêyê me Serbest Partîzan li bajarê Kobanê dema ku li ser erk û peywira xwe bu, di encama qezayekî de şehîd dibe.

Hevrê Serbest di malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Di dema ku têkoşîna azadiyê li Rojava û Bakurê Sûriyê de pêş diket û mezin dibû tevlî refên hêzên me bû. Hevrê Serbest ku bi taybetmendiyên xwe yên wêrek, kedkar û fedakar tê nasîn, di her kêliya jiyanê de ev sekna xwe parast û domand. Piştî ku tevlî refên me bu tecrubeyên ku girt, bi demekî kurt kesayeta xwe de şervantiyê pêş xist. Bawerî û girêdayina xwe ya bi şoreşa azadiyê re, têkoşîna ku bi xwe meşandiyê ve îspat kir û erkên ku ket ser milên wî bi azweri tevlî bu û pêk anî.

Em di şexsê hevrê Serbest Partîzan de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re ser saxiyê dixwazin.

Nasnameya şervanê YPG’ê yê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Serbest Partîzan

Nav û Paşnav: Mahsun Harmanci

Navê Dayikê: Xalîde

Navê Bav: Rahmî

Cih û Dîroka Şehîdbûnê : Kobanê/ 21’ê Tîrmeha 2019