YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya şervaekî xwe ku 24’ê Mijdarê li eniya Hecinê şehîd bûbû, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe ku 24’ê Mijdarê li eniya Hecinê şehîd bûbû, eşkere kir.

YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

“Me daxuyaniya xwe da ragihandibû ku di dîroka 24’ê Mijdarê de li eniya Hecînê di navbera hêzên me û çeteyên DAÎŞ’ê de şerê giran qewimîbû û di encamê de çeteyên DAÎŞ’ê piştî derbên giran xwarin neçar man ku paşde vekişin. Di vê şer û berxwedanê de rêhevalê me Şiyar Cefer piştî berxwedaniyeke bêhempa şehîd bû.

Em rêhevalên xwe yên ku ji bo azadiyê têkoşiyan û bi qehremanî şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin. Em serî de sersaxiyê ji malbata şehîd û gelê me re dixwazin."

Li gorî daxuyaniya YPG'ê nasnameya şehîd wiha ye;

Nasnav: Şiyar Cefer

Nav û Paşnav: Mehmûd Helewî

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Temir

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018