YPG'ê nasnameya 9 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 9 şervanên di navbera 12-21'ê Kanûna 2017'an de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe weşand û diyar kir ku Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bejahiya Dêra Zorê di roja 104'an de dewam dike.

Navendê da xuyakirin ku çeteyên DAÎŞ'ê di rojên dawî de ji rewşa nebaş a hewayê sûdê werdigirin û êrîşên xwe yên li ser herêmên rizgarkirî zêde dikin. 

Hat ragihandin ku bi bersiva şervanên wan re li herêmê şerekî dijwar qewimiye û hat gotin, "Di navbera 12 û 21'ê Kanûnê de ji ber şerê li vê herêmê rû da 8 hevrêyên me şehîd bûn. Hemû êrîşên çeteyan jî hatin şikandin."

Navendê wekî din ragihand ku hevalekî wan Xebat Hesekê ku bi nexweşiyeke giran ketibû li nexweşxaneya Hesekê şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê welatparêz re hate xwestin û li ser nasnameya şehîdan ev agahî hatin dayin:

Nasnav: Şaristan Amarat
Navê Rast: Amir Hemed Bekir
Navê Dayîkê: Enû
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayîkbûnê: Kehtaniyê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 19'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Azad Hesekê
Navê Rast: Ebdirrehman
Navê Dayîkê: Edle
Navê Bav: Mehmûd
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 21'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Dilşêr Kerhûk
Navê Rast: Radî El Huseyn
Navê Dayîkê: Hesa
Navê Bav: Ebdullah
Cihê ji Dayîkbûnê: Kehtaniyê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 19'ê Kanûna 2017- Dêra Zor

Nasnav: Diyar Kerhûk
Navê Rast: Ehmed El Huseyn
Navê Dayîkê: Menife
Navê Bav: Elî
Cihê ji Dayîkbûnê: Til El Ereb
Cîh û Dîroka Şehadetê: 19'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Ebû Leyla
Navê Rast: Îbrahîm El Mezrî
Navê Dayîkê: Mehdiyê
Navê Bav: Mezrî
Cihê ji Dayîkbûnê: Xezha
Cîh û Dîroka Şehadetê: 19'ê Kanûna 2017- Dêra Zor

Nasnav: Mûrat Xezha
Navê Rast: Hîceb El Mihemed
Navê Dayîkê: Helwa
Navê Bav: Hemed
Cihê ji Dayîkbûnê:  Xezha
Cîh û Dîroka Şehadetê: 19'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Serhed Şedadê
Navê Rast: Mihemed Siltan
Navê Dayîkê: Zehbe
Navê Bav: Ebdullah
Cihê ji Dayîkbûnê: Şedadê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 12'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Xebat Hesekê
Navê Rast: Hemed Ebid
Navê Dayîkê: Fatma
Navê Bav: Eyse
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 19'ê Kanûna 2017 - Hesekê

Nasnav: Zagros Hesekê
Navê Rast: Ehemd Ebdullah
Navê Dayîkê: Semîra
Navê Bav: Qusay
Cihê ji Dayîkbûnê: Dêra Zor
Cîh û Dîroka Şehadetê: 15'ê Kanûna 2017 – Dêra Zor