YPG’ê nasnameya 7 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere  kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 7 şervanan eşkere kir ên ku di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê de şehîd bûne.

Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 7 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. YPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurd re xwest.

Daxuyaniya ku li ser malpera YPG’ê hatiye weşandin wiha ye;

“Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê, bi armanca dagirkirina axa Efrînê û bi armanca tunekirina deskeftiyên Şoreşa Rojava ya ku ev 7 sal in hêzên me bi dest xistine, di 20’ê Çileyê 2018’an dest bi operasyona dagirkeriyê kir. Şervanên YPG û YPJ ku pêşengiya vê berxwedanê kir bi dehan şev û roj bênavber li hember her cure teknîkên pêşketî û bi deh hezaran leşker û çeteyên dagirkeran şer kirin. Di her eniya berxwedanê de şervanên me bi xwîna xwe destan nivîsandin.

Di çarçoveya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de 7 rêhevalên me ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe dan û şehîd bûn. Rêhevalên me Berçem Girêspî, Berjîn Çiya, Çekdar Şêrawa, Mazlûm Qamişlo, Rênas Hesekê, Rênas Qamişlo û Xabûr Firat ku her yekî di cihên cuda yên eniya şer de cihê xwe girt û li hember dagirkeran şer kirine û şehîd bûn.

Em weke YPG û YPJ di kesayeta şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê de tevahî şehîdên xwe yên qehreman bi bîr tînin. Em dibêjin serê malbatên me yên şehîdan û gelê me sax be.”

Li gorî daxuyaniya YPG’ê asnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Berçem Girêspî

Nav û Paşnav: Yemama Ocan

Navê Dayikê: Hewadis

Navê Bav: Xalid

Cihê Jidayikbûnê: Girêspî

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şera - Gundê Baflonê / 3’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Berjîn Çiya

Nav û Paşnav: Zozan Bozan

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco / 4’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Çekdar Şêrawa

Nav û Paşnav: Ehmed Ebdo

Navê Dayikê: Fehîme

Navê Bav: Celal

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa -  Gundê Kîmarê / 15’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Mazlum Qamişlo

Nav û Paşnav: Yusif Elî

Navê Dayikê: Yusra

Navê Bav: Îhsan

Cihê Jidayikbûnê: Şam

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco / 4’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Rênas Hesekê

Nav û Paşnav: Kawa Kusa

Navê Dayikê: Sîham

Navê Bav: Îbrahîm

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê - Gundê Kefersefrê / 10’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Rênas Qamişlo

Nav û Paşnav: Fewzî Yusif

Navê Dayikê: Sebah

Navê Bav: Hesen

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Bilbilê * Navbera gundên Sariya-Baxçe / 9’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Xabur Firat

Nav û Paşnav: Ocelan Ismet

Navê Dayikê: Hemîde

Navê Bav: Ismet

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa - Gundê Kibêşînê / 15’ê Adara 2018’an