YPG'ê nasnameya 6 şehîdên 'Cenga Mezin' eşkere kir

YPG'ê, nasnameya 6 şehîdên 'Cenga Mezin' a rizgarkirina Reqayê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 5 şehîdên 'Cenga Mezin' a li cih û demên cuda ên rizgarkirina Reqayê û şervanekî ku li Şedadê pêl mayinê kirî û şehîd bibû, eşkere kir.

Daxuyaniya YPG'ê wiha destpê dike: "Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Rojava û Bakurê Suriyê ji bo jiyaneke azad û di navbera pêkhateyên herêmê de wekheviyeke çêke bi destpêkirina şoreşa Rojava re têkoşîneke bê hempa dimeşîne. Welatê ku ji her aliyan hatibe perçikandin ji nûve sererastkirin bi tena serê xwe şoreşek afirandine. Şehîdên şoreşa Rojava xwediyê herî rast yê vî şoreşa ku hatiye afirandinê ne."

'5 ŞERVANÊN ME DI NAVBERA 10-16'Ê HEZÎRANÊ DE ŞEHÎD BÛN"

Daxuyaniya navenda YPG'ê wiha didome: " Li roja me ya îro jî li bajarê Reqayê li ser heman armancî têkoşîneke dijwar tê meşandin. Pêngava dawî ya rizgarkirina Reqayê de şervanên azadiyê tax bi tax mal bi mal pêş de diçin. Di navbera 10-16'ê Hezîranê de pênc şervanên me di pêşketinên pêngavê de erkên xwe yên şoreşgerî ji heya dawî pêk anîne û di oxira avakirina jiyaneke azad û birûmet de tevlî karwanên şehîdan bûne. Hevalekî me jî li qada Şedadê encama pêlêkirina mayinên çeteyên DAIŞ’ê de gihiştiye şehadetê.

 Weke YPG û YPJ hemû şehîdên xwe yên leheng bibîrtînin û soza bilindkirina têkoşînê nû dikin. Serî de malbatên şehîdan û gelên me yên hêja re sersaxiyê dixwazin.”

Nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Dawud Sofî

Nav û Paşnav: Şadî Mihemed

Navê Dayikê: Şama

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Kisra / Reqa- 15’ê Hezirana 2017

***

Nasnav: Ebû Zuheya

Nav û Paşnav: Ebdulah El Fitem

Navê Dayikê: Wedah

Navê Bav: Hewas

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Cinad û Inad / Şedadê- 14’ê Hezîrana 2017

 ***

Nasnav: Heqî Pîr

Nav û Paşnav: Huseyîn Bayram

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Şeyhmus

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 16’ê Hezîrana 2017

 ***

Nasnav: Kanîwar Avaşîn

Nav û Paşnav: Mehmet Emîn Oguz

Navê Dayikê: Azîze

Navê Bav: Îbrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 16’ê Hezîran 2017

 ***

Nasnav: Karker Şoreş

Nav û Paşnav: Yusuf Omer

Navê Dayikê: Zubeyda

Navê Bav: Silêman

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 15’ê Hezîran 2017

 ***

Nasnav: Sabir Cudî

Nav û Paşnav: Îsa Xelîl

Navê Dayikê: Newla

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayikbûnê: Şam

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 10’ê Hezîrana 2017