YPG’ê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 6 şervanan eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di Pêngava Rizgarkirina Reqa û Efrînê de 6 şervanên wan di navbera 16-17’ê Tebaxa 2017’an de şehîd bûne, li Efrînê şervanekî wan di encama topbaranê de bi giranî birîndar bûye û rûxmê hemû hewldanên rizgarkirinê şehîd bûye û li Qamişlo jî şervanekî YPG’ê dema li ser erka xwe bûye di encama qezayekî de gihiştiye şehadetê.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê wiha ye:

“ Pêngava Rizgarkirina Reqqayê ku bi pêşengiya QSD’ê ve tê meşandin bi pêşveçûna şervanan ve berdewam dike. 

Pêngava ku ev 76 roj in berdewam dike heya niha ji nîvê zêdetir navenda bajarê Reqayê ketiye destê şervanan. Çeteyên ku bi pêşveçûna şervanan ve ketine tengasiyê, di nav bajêr de gelê sîvîl wek mertal bi kar bîne jî, li derdor mayînan deyne jî, bi maşîneyên bombebarkirî êrîş bike jî, bi van ve bikeve nav hewldana dirêjkirina emre xwe jî, çeteyên DAIŞ’ê her ku diçe diqedin.YPG û YPJ’ê pêngava ku em di nav de cih digirin, şervanên me bi taybet hewl didin sîvîlan ji deste çeteyan rizgar bikin û bi armanca rizgarkirina hemû bajêr tevlîbûna xwe bi kedkariyeke mezin çêdikin. Şervanên ku herî dawî di 16 û 17’ê Tebaxê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi operasyoneke mezin derbeyên mezin li çeteyan dane, cihên stratejik û bi dehan sîvîl ji deste çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine. Di encama van operasyonan de 4 hevalên me li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi qehremanî şer kirine û tevlî karwanên şehîdan bûne.
 
Di heman demê de êrîşa dewleta Tirk a dagirker li dijî Rojava bi taybet jî li hember Kantona Efrînê bi êrîşên topan ve bênavber berdewam dike. Artêşa Tirk a dagirker şeva 19’ê Tebaxê, gundê Miniq ê Efrînê û derdora wê bi obûs û topan bombebaran kiriye, di encama topbaranê de hevalekî me bi giranî birîndar bûye. Li nexweşxaneyê de rûxmê hemû hewldanên rizgarkirinê hevalê me şehîd ketiye.
 
Li Qamişlo jî hevalek me dema li ser erka xwe bû di encama qezayekî de gihiştiye şehadetê.
 
Em, YPG û YPJ hemû şehîdên xwe yên qehreman bi bîr tînin, em ê ji bo welatekî azad û jiyaneke azad ku hemû gel bi hev re dijîn, em soza şopandina rêya şehîdên xwe dubare dikin. Di vê çarçoveyê de em di destpêkê ji malbatên şehîdan re û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
 
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

Nasnav: Amargî Kendal

Nav û Paşnav: Ibrahîm Işik

Navê Dayikê: Zahîde

Navê Bav: Nedîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 16 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Ciwan Hesekê

Nav û Paşnav: Salih El Hecî

Navê Dayikê: Baraa

Navê Bav: Idrîs

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 17 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Dijwar Karwan

Nav û Paşnav: Hecî El Etman

Navê Dayikê: Feyza

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Dirbêsiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 16 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Nimir Hesekê

Nav û Paşnav: Emar Mihemed El Elî

Navê Dayikê: Menîfa

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Berak

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 17 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Serxwebun Qamişlo

Nav û Paşnav: Wîsam El Xanim

Navê Dayikê: Sewsen

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 18 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Tekîn Efrîn

Nav û Paşnav: Mustafa Elûş

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Macid

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn, Gundê Miniq / 20 Tebax 2017